Rêjîmê di nîv saetê de 40 êrîşên ezmanî li Idlibê pêk anîn

Hêzên rêjîmê piştî ku 17 saetan bêdeng ma, bajarê Idlibê û derdora wê topbaran kir. Rêjîmê tenê di nîv saetê de 40 êrîşîn ezmanî li dijî herêmên bakurê Hema û başûrê Idlibê pêk anîn.

Rêjîmê di nîv saetê de 40 êrîşên ezmanî li Idlibê pêk anîn
9 îlon, 2018   11:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balefirên şer û helîkopterên rêjîma Sûriyeyê deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li parêzgehên Hema û Idlibê piştî rawestandina 17 saetan bombebaran kirin.

Helîkopteran nêzî 25 bermîlên teqemenî bi ser bajarokên El-Letamnê û Keferzîta yên gundewarê bakurê Hemayê de berdan. Her wiha derdora gundê Abdîn û derdora bajaroka El-Hibêt ên gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li aliyekî din sê balefirên şer ên Rûsyayê jî deverên derdora bajaroka El-Letamnê bi 14 êrîşên li pey hev bombebaran kirin. Navenda Çavdêriyê diyar kir ku tevgera balefiran bê navber li heman deverê hebû.

Di heman demê de êrîşa bi fûzeyan û topavêjan ji aliyê hêzên rêjîmê ve li gelek deveran pêk hat.