Dagirkerên Tirk û çeteyan welatiyek kuşt û malbata wî qewitand

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li gundê Moseka yê Efrînê welatiyek kuşt û malbata wî bi darê zorê ji gund qewitand. Her wiha 2 welatiyên din jî ku beriya nêzî du mehan û nîvekê revandine tu agahî jê nehatin wergirtin.

Dagirkerên Tirk û çeteyan welatiyek kuşt û malbata wî qewitand
9 îlon, 2018   11:14

EFRÎN

Çavkaniyekî pêbawer ji devera Raco ya Efrînê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên girêdayî koma Ehrar El-Şerqiye, welatiyê bi navê Hisên Şêxo Bekir ê 65 salî piştî îşkenceyên giran kuşt û hemû mal û milkên wî talan kirin. Dagirkeran her wiha bi darê zorê malbata wî ji gund qewitand.

Heman çavkanî diyar kir ku dagirkeran du welatiyên din Elî Mistefa Bekir (65) û Mihemed Ehmed Şêxo (63) beriya nêzî 2 mehan û nîvekê ji gundê Moseka revandine û heta niha agahî ji wan nehatine wergirtin.

Heman çavkanî got ku ev her du welatî ji aliyê çeteyên girêdayî koma Ebû Hesen El-Idlibê ve hatine revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û heta niha tu agahî der barê wan de nehatine wergirtin.

ANHA