Li Serêkaniyê ji bo şehîd Sibhî Qasim Mihemed merasîma sersaxiyê

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê sersaxî ji malbata şehîd Sibhî Qasim Mihemed re xwest.

Li Serêkaniyê ji bo şehîd Sibhî Qasim Mihemed merasîma sersaxiyê
Li Serêkaniyê ji bo şehîd Sibhî Qasim Mihemed merasîma sersaxiyê
9 îlon, 2018   11:07

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe da Eywana Şehîdan û sersaxî ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê Sibhî Qasim re xwest. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Beyar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku şehîd ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikin.

Di berdewama merasîmê de ji fermandarên YPG`ê Harûn Serêkaniyê axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatine. Bila dijmin bizane ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyan heta dawiyê biparêzin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Sebah Mihemed jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kir.”

Piştre girse bi dirûşmên "Şehîd namirin" ji bin konê sersaxiyê derketin.

ANHA