PYD: Tirkiye bi tecrîdkirina Ocalan binpêkirina pîvanên navnetewî didodmîne

Şaxa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Helebê kirinên Tirkiyeyê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar kir û got ku ev dewleta Tirk ku dubare hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dike, hêjî tecrîdkirina Ocalan didomîne û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin.

PYD: Tirkiye bi tecrîdkirina Ocalan binpêkirina pîvanên navnetewî didodmîne
PYD: Tirkiye bi tecrîdkirina Ocalan binpêkirina pîvanên navnetewî didodmîne
9 îlon, 2018   10:45

HELEB

Helwestên şermezarkirinê li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêjî berdewam dibin. Di vê çarçoveyê de Şaxa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Helebê di çalakiyekê de bi beşdarbûna endamên partiyê û alîgirên wê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Navenda PYD'ê ya li devera rojava a taxa Şêxmeqsûd ji aliyê Endama PYD'ê Nesrîn Reşîd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Li giştî cîhanê û bi taybet li dijî gelên bindest ên Rojhilata Navîn hêjî zordarî berdewam dibe. Yek ji rêjîmên herî zêde zordariyê dikin dewleta Tirk a faşist a toranîst e ku bi xwîndariya xwe û destdirêjiyên der heqê gelan de navdar e.

Ev dewleta Tirk ku dubare hemû qanûn û pîvanên navnetewî binpê dike hêjî hêjî tecrîdkirina Rêberê Netewî Abdullah Ocalan didomîne.

Em weke endamên PYD'ê van kirinên Tirkiyeyê der heqê gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê de bi tundî şermezar dikin.

Di van mercên hestiyar û dijwar de ku Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriye têre derbas dibe, dewleta Tirk herêma Efrînê dagir dike û komkujiyên herî qirêj der heqê xweza û welatiyên Efrînê de pêk tîne û hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Dewleta Tirk bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide projeya demokratîk li herêmê têk bibe û hemû têkliyên xwe li ser vê bingehê ava dike.

Ji aliyekî din ve hikûmeta AKP'ê ku komplo û lîstokên xwe didomîne hewl dide fikr û felsefeya Ocalan bi riya van êrîşên dubare têk bibe û bi vê armancê eşkere alîkariya terorê û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra dike. Tevî ku civaka navnetewî baş dizane ku Tirkiye alîkariya terorîstan dike lê dîsa jî li hemberî van kirinên Tirkiyeyê bêdeng maye.

Em soza şopandina riya şehîdan û fikr û felsefe û bîrdoziya Rêber Ocalan dubare dikin. Em ê di bin durişmeya demokrasî, azadî, aştî û jiyana hevbeş de têkoşîna xwe ber bi pêkanîna projeya Rêber Ocalan ve bidomînin.

Em helwestên dewletên Ewropa û bi taybet CPT ku destên wê di nava kirinên dewleta Tirk de hene bi tundî şermezar dikin.

Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, Netewên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku tecrîdkirina Rêberê Netewî Abdullah Ocalan bidawî bike.

ANHA