Ava vexwarinê gihaşt piraniya gundên Reqayê

Li gundewarên rojhilatê Reqayê Yekîneya Avê 7 stasyonên ava vexwarinê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatibûn xirakirin, sererast kirin.

Ava vexwarinê gihaşt piraniya gundên Reqayê
Ava vexwarinê gihaşt piraniya gundên Reqayê
9 îlon, 2018   11:08

EHMED EL-ESAF / REQA

Yekîneya Avê stasyona avê li Sûka Sebze, stasyonên El-Hemrat, El-Kerame, El-Cedîde, El-Hûs, Ebû Wehil, El-Şahir û El-Reyaş û her wiha toreyên avê yên gundewarên rojhilatê bajêr sererast kirin.

Yek ji rêveberên Yekîneya Avê ya gundewarên rojhilatê Reqayê Besam El-Hirbiz got beriya ku bajarê wan were rizgarkirin, wan wek werşeyan bê pere kar dikirin, gelek toreyên sereke û xeta di navbera stasyona sûka sebze û stasyona El-Hemrat de sererast kir. Her wiha diyar kir ku wan bi hevkariya Saziya Kehrebeyê ya Reqayê toreyên kehrebeyê gihandin stasyonan û av ji nêzî ji sedî 70 ji şêniyên herêmê re peyda kirin.  

El-Hirbiz diyar kir ku li beyara bakurê rojhilatê gundewarên Reqayê 4 stasyonên avê ku ji xizmetê derketine, hene û ew jî stasyonên El-Xefiye, El-Terîfawî, Mehran û El-Cehlan in. El-Hirbiz destnîşan kir ku dê di rojên bê de li ser wan stasyonan jî bixebitin.

(bx)

ANHA