Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin

Komîteya Hawîrdor û Parkan a bajarê Reqayê 3 parkên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn hilweşandin, sererast kirin û ji bo sererastkirina parkên din jî xebatên xwe didomîne.

Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
Komîteya Hawîrdor û Parkan 3 park sererast kirin
9 îlon, 2018   09:20

EMAR EL-XELEF / REQA

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Reqayê piraniya park û avahiyên giştî rastî hilweşandin û wêranê hatin. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha gelek darên di parkên bajêr de hilkirin û wek sotemenî bi kar dianîn.

Parkên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê vedibêjin Parka El-Beceha, Parka El-Miroriyê, Parka 7'ê Nîsanê û Parka Serxwebûnê ne. Dema ku mirov serdana van parkan dike hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî xwezayê diyar dibe.

Endamê Komîteya Hawîrdor û Parkan a bajarê Reqayê Mêzer El-Şêx Ehmed got ku ji bo hemû parkên bajêr bêne sererastkirin ew di nava kar û xebatan de ne û wan heta niha 3 park (El-Reşîd, El-Bustan û El-Beyda) sererast kirine û êdî welatî dikarin serdana van parkan bikin.

Di bajarê Reqayê de 15 park hene û saziyên têkildar ji bo sererastkirina van parkan asta xebatên xwe bilind kirine. Tîma destwerdanên lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê beriya niha gelek cenaze ku çeteyên DAIŞ'ê tê de binax kiribûn, ji van parkan derxistin.

ANHA