Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistina Înma bang li rûspiyên gundewarên rojhilatê Reqayê û bajarokê El-Hemrat kir ku ji bo alîkariyê û başkirina xizmetguzariyê projeyekê deynin.

Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
Li Reqayê ji bo başkirina xizmetguzariyê civînek hate lidarxistin
9 îlon, 2018   09:18

REQA

Civîn li qada bajarokê El-Hemrat hate lidarxistin. Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hac Îsa, endamên rêxistina Înma û hejmareke ji rûspiyên êlên herêma El-Kerame û gundewarên wê tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Hac Îsa li ser rewşa siyasî û ewlehiya herêmê axivî. Hac Îsa destnîşan kir ku pêwîst e şênî û rêxistin ji bo başkirina aliyê xizmetguzarî piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêm xistin bin serweriya xwe û binesaziya wê xira kirin, bibin alîkar.

Her wiha serokê rêxistina Înma li El-Kerame Ehmed El-Heşlûm diyar kir ku dê li gundewarên rohilatê Reqayê gelek proje j aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê werin lidarxistin her wiha tekez kir ku dê di nava du rojan bê de toreyên avê û stasyonên avdanê yên çandiniyê werin sererastkirin.

Paşê nîqaş der barê kar û xebatên xizmetguzarî û bi taybet li ser kehrebe û stasyonên avdanê yên çandiniyê di zûtirîn dem de hatin kirin.

Di dawiya civînê de rêxistina Înma û werşeya sererastkirina toreyên kehrebeyê soz da ku dê di zûtirîn demê de karê xwe bi dawî bikin da ku kehrebeyê bighînin hemû malên welatiyan û dê dînemoyên avdanê yên çandiniyê jî sererast bikin.

(bx)

ANHA