Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêya di navbera Eyn Îsa û Mişêrfet Reca de kir. Her wiha rêya Sebe Fecar û Ebû Heye ya ku bi dehan gund û navendên navçeyê bi hev ve dide girêdan, tê sererastkirin.

Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir
Şaredariya Eyn Îsa dest bi sererastkirina rêyan kir
9 îlon, 2018   08:13

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li ser xwesteka şêniyan û gazincên wan ji ber xirabûnê rê, dest bi sererastkirinê kir. Destpêkê dê şaredarî rêyan sererast bike da ku di demên pêş de û li gorî derfetên xwe îsfelt bike.

Rêya Eyn Îsa – Mişêrfet Reca bi dirêjiya 7 kîlomietre ye. Ew rê xizmeta gundên rojavayê navçeya Eyn Îsa mîna Elmestûr, El-Eliyat, El-Ewîdiye, Mişêrfet Reca dike.

Kar û xebatên sererastkirinê dê 50 rojan dewam bikin. Projeya sererastkirinê bi buhayê 25 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Komîteya Fenî ya Şaredariya Gel a Eyn Îsa Osman Bozî destnîşan kir ku sererastkirina wan rêyan yek ji projeyên ku şaredariyê ji bo xizmeta şêniyan dest pê kir, her wiha da ku tevgera wan hêsan bibe û gund û bajar bi hev ve werin girêdan.

Niha rêya Eyn Îsa – Mişêrfeta Reca tê sererastkirin, her wiha rêya Sebe Fecar – Ebû Heyê bi dirêjiya 10 kîlometre tê sererastkirin.

(bx)

ANHA