Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî

Li kantona Girê Spî diyardeya firoşkarên li ser rêya sereke ya di navbera Qamişlo û Helebê de zêde bûye. Gelo sedema vê diyardeyê çi ye?

Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
Diyardeya firoşkarên li ser rêyên sereke yên Girê Spî
9 îlon, 2018   07:07

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Li gundê El-Şirkirak ê girêdayî navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li ser rêya sereke ya di navbera Qamişlo û Helebê de gelek firoşkar tiştên xwe datînin ser kenarên rê û debara xwe pê dikin.

Di van firoşgehan de madeyên xwarin û vexwarinê û sotemeniyê tên firotin. Piraniya van firoşgehan bi çadiran an tabloyên tutiyan hatine avakirin û gelek ji wan bi şev û roj vekirî ne.

Firoşkaran da zanîn ku sedema sereke ya vê diyardeyê ew e ku ewlehî û aramî li vê herêmê heye û piraniya kesên ji wan dikirin ajokar in.

Welatiyê ji gundê El-Şirkirak ê bi navê Feysel El-Elo got ku wî firoşgeheke xwe li ser rêya giştî vekiriye û debara malbata xwe jê werdigire. El-Elo da zanîn ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de wan nikaribû firoşgehên xwe vekin, nemaze ji ber ku ewlehî li herêmê tune bû, lê niha piştî ku aramiya herêmê pêk hat, ew serbest firoşgehên xwe vedikin û debara malbata xwe werdigirin.

ANHA