Li Efrînê çi diqewime?

"Efrîn parçe kirine, her komek parçeyekî bi rê ve dibe. Şêniyên Efrînê yên mayî wekî xelkên biyanî têne hesibandin, her tişt hatiye guhertin, xelk êdî ne xelkê berê ye.”

Li Efrînê çi diqewime?
9 îlon, 2018   06:50

ŞERVÎN MUSTEFA / EFRÎN

Welatiyê bi navê R.H. tevî malbata xwe (hevjîn û 2 zarokan) piştî ku ji Efrîna dagirkirî hatin Şehbayê, em yekser li wan rast hatin. Malbatê ji me re rewşa Efrînê di bin dagirkeriya çete û leşkerên artêşa Tirk a agirker de vegot.

Guhertina demografî didome

R.H. ji bo ewlekariya xwe û xizmên xwe yên li Efrînê mane nexwest navê aşkera bike û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi hezaran kes ji derveyî kantonê anîne û li şûna niştecihên wê yên resen bi cih kirin û wiha domand: "Efrîn bi temamî hatiye guhertin, êdî xelk nema xelkê berê ye, dema tu li Efrînê bigere mîna ku li gelek welatên biyanî digere. Xeyal bike ku mirov li ser erdê xwe, axa ji aliyê kesên biyanî û dagirkeran ve tê heqaretkirin, lê nikaribe dengê xwe bike. Ji sedî 20 ji şêniyên Efrînê yên resen mane, yên din ji Xûta, Humis, Hema, Idlibê û herêmên din ên li malên şêniyên Efrînê yên ku ji ber zilma dagirkeran derketine, bi cih bûne."

Milkên welatiyan têne desteserkirin

R.H. bi bîr xist ku mal û milkên şêniyên Efrînê bi destê kesên ji derve hatine, têne desteserkirin û wiha pê de çû: "Kesên ji herêmên din hatin, tev li komên çete dibin, wekî ku em biyanî ne nêzî me dibin. Destpêkê dema hatin Efrînê digotin komên çete û artêşa Tirk soz dane wan ku dê malekê û hezar darên zeytûnan bidin wan, ji ber ku Efrîn li beramberî Xûtayê dan, ev herêm ji niha ve bûye milkê wan."

R.H. her wiha destnîşan kir ku malbatên çeteyan bêyî çek li bajêr nagerin, an demançe yan jî xicer bi wan re heye, lê ev yek ji bo şêniyên Efrînê qedexe ye, dema ku çek a jî heya kêrek biçûk li gel welatiyekî bibînin, lê didin an jî tiştekî din pê dikin.

Têkildarî rewşa jiyanî li Efrînê R.H. diyar kir ku rewşa li Efrînê pir xirab bûye, xwediyên dikanan ji ber ku çete bacan li wan ferz dikin, dikanên xwe girtine, ev yek jî bandoreke neyinî li rewşa jiyanî kiriye, li aliyekî din jî bi daketina nirxên lîreyê Tirk rewşa aborî paşde çûye, nemaze ku bazirgan bi lîreyên Tirk danûstandinê dikin, li beramberî wê jî buhayê her tiştî bilind bûye.

‘Baca vegerê‘ 500 dolar e

R.H. her wiha bal kişand ku hêzên dagirker dayîna 500 dolarî li kesên vedigerin Efrînê ferz dikin û wiha axivî: "Komên çete dema banga vegerê li şêniyên Efrînê kir, bi taybet şêniyên herêma Racoyê, gelek kesan xwest vegerin, lê diviyabû bacan bidin ta derbas bibin. Çete bi navê ‘baca derbasbûnê ‘ 500 dolar li her ferdekî ferz dikin, her wiha ji kesên ku wesayita wî hebe jî bacê digirin. Yên ku bixwazin biçin nava zeviyên xwe jî divê bêyî destûra çeteyan neçin û 200-300 dolar ji wan distînin."

R.H. destnîşan kir ku rojane bûyerên revandinê li Efrînê pêk tên, çete herî zêde kesên xwedî mal û milk direvînin da ku fidyeyê jê bistînin.

Efrîn di navbera komên çete de hatiya parçekirin

Li gorî R.H. zêdetirî 50 komên çete li Efrînê hene, her komekê fermandarekî wê heye, her yek li gorî keyfiyeta xwe nêzî şêniyan dibin, sîstemek wan diyar nîn e, her komek taxekê bi rê ve dibe, dema ku mirov ji taxekî diçe yeke din mîna ku diçe welatekî din û deriyê têketin û derketina taxê tê kontrolkirin, her taxekê alek bilind kiriye. R.H. anî ziman ku aliyê rast ê taxê çeteyên Furqet El-Hemzat, aliyê çepê Sultan Mûrad û Lîwa El-Şemal û Cebha El-Şamiyê ne, heman tişt ji bo gund û navçeyan derbasdar e.

‘Polîstên sivîl‘ tu rola xwe tune ye

Têkildarî rola ‘polîsên sivîl‘ ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi navê ‘‘Parastina Ewlekariyê" ava kirine R.H. wiha anî ziman: "Her komeke çete li gorî keyfiyeta xwe tev digere, tu rola polîsên sivîl tune ye, nikare destwerdanê di binpêkirinên çeteyan de bikin, tenê dikarin qanûnan derxin, lê qanûnên wan ji aliyê çeteyan ve nayên pêkanîn."

Li her deverê girtîgehên tarî hene

R.H. di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her komeke çete girtîgehek vekiriye û wiha got: "Sivîlên ku têne revandin di wan girtîgehan de rastî her cure îşkenceyê tên. Girtîgehên Tirkiyeyê jî hene, lê hejmara wan tam nizanin. Hin çete girtiyên xwe radestî Tirkiyeyê dikin an jî dibin girtîgehên herêmên çeteyên Mertalê Firatê."

R.H. ku şahidiya bûyereke revandina 8 kesan kiriye, wiha wê bûyerê parve dike: "8 zilam ji avahiyekî revandin, ji ber ku dîmenên leşkerên Tirk dikişandin dema ku amadekariya teqandina deverekê dikirin. Piştî 10 rojan yek ji wan zilaman vegeriya, ji ber lêdan û îşkence xwaribû, nedikarî li ser lingê xwe bisekine, ji me re qala îşkenceyên wan dikir. Digot, bi xerût û werîsan li wan didin, taştê tenê nîv parçe nan û zater didan wan, av nedidan."

Rewşa jinan

R.H. anî ziman ku jin ji tirsa çeteyan newêrîn bilivin, heke ji mal derkevin pêwîst e ser û rûyê xwe veşêrin. R.H. diyar kir ku heke jinek saetekê li ber deriyê xwe rûnê ew jin dê were girtin, li aliyekî din ji revandin û destdirêjî berdewam e, çeteyan girtîgeha jinan veguherand mala fihûşê.

Berhema zeytûnê bû para Tirkiyeyê

Li ser vê mijarê jî R.H. vî tiştî parve dike: "Du meh mane û dê mewsimê berhevkirina, çeteyan fermanek derxistin ku ji sedî 50 berhemên zeytûnan ji wan re bin, paşê jî leşkerên Tirk ji aliyê xwe ve biryarnameyek derxist, tê de gotin dê berhem ji wan re bin li beramberî wê dê pereyan bidin xwediyên zeytûnan."

Çete ji YPG‘ê ditirsin

R.H. diyar kir ku di demên dawîn de YPG‘ê derbeyên giran li çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker xistin û destnîşan kir ku çete ji ber çalakiyên wan ên bibandor di nava tirsê de ne, ji ber wê yekê jî derketina derve di saetên êvarê de qedexe kirine, di heman demê de ew jî bi şev newêrin tev bigerin û biçin devereke din. R.H. wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi kurtasî em dikarin bibêjin li Efrînê zilmek tê meşandin, kesek Kurd be tê talankirin, revandin. Çete xwe li ser milkên sivîlan xwedî dikin, Tirkiyeyê mûçeyên wan qut kirine. Leşker û çete şêniyên Efrînê ji malên wan derdixin û malbatên xwe li şûna wan bi cih dikin."

(bb)

ANHA