Li Xezayê ciwanek Filistînî ku duh birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ciwanek Filistînî ku di çalakiyên duh a "Meşa Vegerê ya Mezin" birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Li Xezayê ciwanek Filistînî ku duh birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da
8 îlon, 2018   14:51

XEZA

Nûçegihanê ajansa me yê Xezayê ragihand ku ciwanê Filistînî yê bi navê Ehmed Ebo Tiyûr îro li nexweşxaneya Ewropî ya başûrê Xezayê jiyana xwe ji dest da.

Ehmed di çalakiyên duh ên "Meşa Vegerê ya Mezin" de bi guleyên hêzên Îsraîlî birîndar bibû.
Wezerata Tenduristiyê ya Filistînê duh ragihandibû ku ciwanekî jiyana xwe ji dest da bû, û 94 kes birîndar bibû.
(şx)

ANHA