Rejîma Îranê Zanyar û Loqman Muradî jî bidarve kirin

Rejîma Îranê îro,  girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî bidarve kirin.

Rejîma Îranê Zanyar û Loqman Muradî jî bidarve kirin
8 îlon, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera FarsNews ku yek ji malperên fermî yên Îranê ye, têkildarî mijarê nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de têgotin ku Zanyar û Loqman Muradî îro serê sibehê girtîgeha Recayî Şehr ya bajarê Kerecê hatine darvekirin.

Di saetên serê sibehê de jî hatibû gotin ku Ramîn Hisên Penahî jî hatiye darvekirin.

Li gorî FarsNews’ê Zanyar, Loqman û Ramîn bihevre hatine darvekirin.