Heyva Sor dest bi serjimariyê kir

Bi armanca alîkariya malbatên Efrînê ku ziyan ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê dîtine, Heyva Sor a Kurd serjimariyek li navçeya Şêrewa û gundên kantona Şehbayê da destpêkirin.

Heyva Sor dest bi serjimariyê kir
Heyva Sor dest bi serjimariyê kir
Heyva Sor dest bi serjimariyê kir
8 îlon, 2018   10:59

ŞEHBA

Ji bo hejmara welatiyên Efrînê yên li kantona Şehbayê hatine bicihkirin û welatiyên resen ên gundên kantona Şehbayê were nasîn, nemaze hejmara welatiyên Efrînê yên di kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn û Şehbayê de bi cih bûne da ku alîkariya tenduristî bi hêsanî ji van welatiyan re were kirin, Heyva Sor a Kurd li kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê serjimariyek da destpêkirin.

Komîteya serjimariyê ji 15 endaman pêk tê. Komîteyê xebatên xwe li her çar kampên koçberiyê bi dawî kirin. Komîte niha karê xwe li gundên kantona Şehbayê û gundên Şêrewayê didomîne.

Komîte agahiyên der barê malbatên Efrînê yên li Şehba bi cih bûne û malbatên resen ên kantonê de qeyd dike. Her wiha hejmar û rewşa nexweş û astengdaran jî qeyd dike.

Li gorî endamên komîteyê xebatên wan dê 3 mehan dom bike da ku karibin serjimariya giştî malbatên kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa pêk bînin.

Tê payîn ku Komîteya Serjimariyê der barê çalakiyên xwe de daxuyaniyekê bide û agahiyên berhevkirî aşkera bike.

Çavdêrê komîteyê Rojkan Gulko diyar kir ku Heyva Sor a Kurd nikare wekî tê xwestin alîkariyê ji astengdaran re bike, nemaze ji ber ku rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî rewşa welatiyên li van deveran paşguh kiriye.

ANHA