Fûze ber bi balafirgeha Besrayê ve hatin avêtin

4 fûze ber bi balafirgeha Besrayê ya başûrê Iraqê ve hatin avêtin ku ev demek e xwepêşandan lê tên lidarxistin û di encamê de kuştî û birîndar derketine.

Fûze ber bi balafirgeha Besrayê ve hatin avêtin
8 îlon, 2018   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro ragihand ku 4 fûze ber bi balafirgeha Besrayê ya başûrê Iraqê ve hatin avêtin. Çavkanî agahiyên bêtir nedan ku şevê din li Besrayê bûyerên dijwar rûdan û xwepêşander bi ser balyozxaneya Îranê de çûn û şewitandin.

Xwepêşanderan ala Iraqê li ser balyozxaneyê daliqand û bang li Tehranê kir ku karmendên xwe tavilê ji Besrayê derxe.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di encama xwepêşandanên roja Înê de 3 xwepêşander mirin û nêzî 50 xwepêşanderên din jî birîndar bûne.

Li aliyekî din hevrêziyeke xwepêşandanên Besrayê rawestandina xwepêşandanan ragihand da ku rê li pêşiya tevlihevkaran bigire. Parlemana Iraqê jî îro rûniştineke awarte li dar dixe û tê de geşedanên Besrayê gotûbêj dike.