'Divê komkujiyên der heqê Kurdan de bêne bidawîkirin'

Rêxistina Jinan a Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê der heqê gelê Kurd li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de û bidarvekirinên ku desthilatdariya Îranê der heqê siyasetmedar û ciwanên Kurd de pêk tîne, şermezar kirin. Rêxistinê her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî van destdirêjiyan bi tundî şermezar kir.

'Divê komkujiyên der heqê Kurdan de bêne bidawîkirin'
8 îlon, 2018   11:11

QAMIŞLO

Rêxistina Jinan a Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê îro civînek li dar xist. Piştî civînê daxuyaniyek da û tê de destdirêjî û kirinên dewleta Tirk li kantona Efrînê û siyasetên desthilata Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bidarvekirina ciwan û siyasetmedarên Kurd ji aliyê desthilatdariya Îranê ve bi tundî hate şermezarkirin û bang li hemû hêzên kurdî kir ku pêwîst e di demeke lezgîn de kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin da ku rê li pêşiya van komkujiyên der heqê gelê Kurd de bi dawî bikin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Jinan a Partiyê Solîn Umer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate  gotin:

"Em destdirêjî û kirinên hikumeta Erdogan der heqê gelê Kurd li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û xebatên wê yên guhertina demografîk bi hevkariya komên çete yên terorîst bi tundî şermezar dikin. Tirkiye bi van xebatên xwe tunekirina gelê Kurd armanc dike.

Em bang li hemû hêz, partî û saziyên kurdî dikin ku pêwîst e di demeke lezgîn de kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin da ku rê li pêşiya van metirsiyên siyaseta Erdogan û hikumeta wî ji bo tunekirina gelê Kurd bigirin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku ji vê bêdengiya xwe ya li hemberî komkujiyên der heqê gelê Kurd de derkevin.

Em siyasetên desthilata Îranê der heqê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê banga azadiya xwe dike û hikumeta Îranê jî dubare li hemberî çavên giştî cîhanê û dewletên herêmî der heqê gelê Kurd de destdirêjiyan dike û gelek siyasetmedar û ciwanên Kurd bi dar ve dike."

ANHA