Xwepêşandanên li Besrayê didomin

Di xwepêşandanên duh yên Besrayê de 3 xwepêşander hatin kuştin, derdora 50 kesî birîndar bûn. Îranê nerazîbûn nîşana hikûmeta Iraqê da ku pêşî li şewitandina konsolosxaneya Îranê negirtine.

Xwepêşandanên li Besrayê didomin
8 îlon, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên gelê Besrayê ya ji bo nebûna av, ceyran û xizmetguzariyê her diçe zêdetir dibe. Xwepêşanderan şevê din li Besrayê bi bahaneya ku Îran destwerdan li karên navxweyî yên Iraqê dike, konsolosxaneya Îranê dan ber agir û şewitandin.

Di saetên dereng yên şevê de jî ketin kêlgeha herî mezin a petrolê Qurne ya li parêzgeha Besra yê.

Li gorî hinek ragihandinan şevê din di navbera xwepêşander û milîsên şîe de pevçûn rû dane. 

Wezareta Tendûristiyê ya Iraqê jî ragihand ku di xwepêşandanên şevê din de 3 xwepêşander hatine kuştin, derdora 50 kesî de jî birîndar bûne ku ji vana 2 jê polîsên federal yên Iraqê ne.

Ji derveyî daxuyaniya Wezareta Tendûristiyê têgotin ku cenazeyê 3 ciwanan li herêmeke din a Besrayê jî hatine dîtin.

Piştî zêdebûna bûyeran û şewitandina konsolosxaneya Îranê rewşa awarte li Besrayê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Li gorî hinek ragihandinên Iraqê qedexeya derketina derve ya li Besrayê hatiye rakirin.

Li ser şewitandina konsolosxaneya Îranê Wezareta Karên Derve ya Îranê duh li Tehranê gazî sefîrê Iraqê yê li Îranê kir û nerazîbûn nîşana bûyerê dan. Li gorî nûçeyeke ragihandina Îranê, ji sefîrê Iraqî re hatiye gotin ku hêzên ewlekariyê li hember vê bûyerê xemsar nêz bûne û pêşî li şewitandina konsolosxaneyê negirtine.

Li gorî heman nûçeyê Ebadî ferman daye ku lêpirsîn derbarê hêzên ewlekariyê yên di ber konsolosxaneyê de berpirsyarin were vekirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî duh bi daxuyaniyekî ji xwepêşderan xwest ku di dema çalakiyan de zirerê nedin sefaretxane û balyozxaneyan.