Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin

200 kargehên bilokan bi awayekî aktîv di xebatên jinûvavakirina Reqayê de dixebitin. Kargehan di heman demê de derfetên kar ji welatiyan re peyda kirin.

Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
Kargehên bilokan derfetên kar peyda dikin
8 îlon, 2018   09:15

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Piştî şerên giran ku li bajarê Reqayê pêk hatin, binesaziya bajêr hate rûxandin û di 20'ê Mijdara sala borî de ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin û welatiyên bajêr vegeriyan bajarên xwe.

Welatiyan bajarê Reqayê û bi hevkariya Komîteya Jinûveavakirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi geşkirina bajarê Reqayê kir, dema ku mirov di kolan û taxên bajêr re dimeşe, lêkirin û jinûveçêkirina malan ji aliyê welatiyan ve dibîne.

Kargehên bilokan

Li bajarê Reqayê 200 kargehên bilokan bê sekn kar dikin, di kargehên destan de her karkerek rojane 500 bilokan çêdike.

Lê kargehên kelpîçan rojane dixebitin ji bo ku bilokan zêdetir peyda bikin. Kargeha kelpîçan rojane ji hezar û 500 heta 2 hezar û 500 bilokan çêdike, buhayê bilokan li gorî cureyê wê ji 75 lîreyan heta 210 lîreyan li gorî cure û mezinbûna wê tê firotin.

Kargeha bilokan derfeta kar ji welatiyan re peyda kir, di her kargehê de 10 karker kar dikin û 8 seatan bi 4500 lîreyan li gorî karê ku hatiye kirin, dixebitin.

 (jo)