Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin

Piştî wêranbûna herêmê di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de, şêniyên herêma El-Kerama ya girêdayî Reqayê û bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên xizmetguzarî ji bo jinûve avakirina herêma xwe dixebitin.

Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin
Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin
Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin
Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin
Bi xebateke hevpar herêma xwe ava dikin
7 îlon, 2018   09:47

FÎRAS TEYAWÎ/REQA

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê ji herêma El-Kerama ya gundewarên Reqayê re, binsaziya herêmê têk çûbû.

Piştî rizgarkirina herêmê û ji bo pêşxistina warê xizmetguzarî, meclisên gundewarên rojhilatê Reqayê û bi hevkariya gelên herêmê û ji bo gihandina ava vexwarinê ji malan re toreyên avê û stasyonên avê  sererast kirin.

Her wiha werşeyên kar ên girêdayî saziyên xizmetguzarî û bi hevkariya şêniyan, stasyona avdana zeviyan ji bo gihandina avê ji cotkaran re, bi awayekî demkî sererast kir.

Piştî bi dawîkirina xebatên sererastkirina stasyona ava vexwarinê û avdanê, werşeyên kar dest bi sererastkirina beşa kehrebeyê kirin.

Di demek pir kin de, toreyên sereke yên kehrebê hatin sererastkirin û kehrebe giha stasyonên ava vexwarin û avdanê.

Ji ber nebichanîna rêxistinan ji sozên xwe re û ji ber kêmderfetên Şaredariya Gel a herêma El-Kerama, şêniyên herêmê bi insiyatîfên xwe dest bi kampaniya komkirina pereyên pêwîst ji bo çêkirina toreya kehrebeyê kirin

Ev insiyatîf li El-Himêrat destpê kir. Ciwan û bi kedên xwe kehrebe gihandin malên xwe.  Ev xebat hîn jî didome.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîna şehîd Ezîz Ereb, Osman El-Isir got: "Ji bo vê xebatê werşeya kehrebeyê û bi hevkariya şêniyên herêmê, pereyên pêwîst kom kirin û hinek ciwanên xwedî tecrûbe û bi dildarî, xebatên gihandina kehrebeyê meşandin."

(şx)

ANHA