Rêjeya mamosteyên jin li Tebqayê bilind dibe

Endama rêveber a Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Tehanî El-Selal destnîşan kir ku rêjeya tevlêbûna jinê ya komîteya perwerdê ji sedî 65 derbas kir.

Rêjeya mamosteyên jin li Tebqayê bilind dibe
Rêjeya mamosteyên jin li Tebqayê bilind dibe
Rêjeya mamosteyên jin li Tebqayê bilind dibe
Rêjeya mamosteyên jin li Tebqayê bilind dibe
7 îlon, 2018   09:55

ESMAHAN UMER/TEBQA

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê di 10'ê Gulana 2017`an de, gelek sazî ji bo bi rêvebirina bajêr hatin avakirin. Yek ji wan saziyan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ye.

Ji bingeha ku jin dikare bibe pêşenga civakê û civakê bi rêve bibe û ji bo pêşxistina rola jinê di avakirina nifşa nû de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê buroyek taybet ji bo jinê vekir.

Buro rolek girîng di pêşxistina jinê de lîst. Rêjeya mamosteyên jin bilind bû û gihaşt hezar û 200 mamosteyên jin ji eslê 2 hezar mamosteyan.

Buro bi awayekî giştî, piştgiriya derûnî û manewî ji mamosteyên jin re pêşkeş dike û her wiha ji bo goftûkirina pirsgirêkên ku rastî wan tên û çaraserkirina wan û girtina biryaran derfetan ji bo wan peyda dike.

Di destpêka xebata komîteyê de û ji bo şîrovekirina erk û armancên buroyê, gelek civînên taybet bo jinê li Tebqa û gundewarên wê hatin lidarxistin.

Ji erk û peywirên buroyê; lidarxistina semîr û civînan ji bo pêşxistina astên jinê yên rêxistinî û zanistî û her wiha çareserkirina hemû pirsgirêkên ku rastî jinê li ser astên kar û rêxistinî ve tên.

Endama rêveber a Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Tehanî El-Selal di hevpeyvînekê de bi ajansa me re diyar kir ku xebatên buroyê di çarçoveya mamosteyên jin namîne lê belê hemûn endamên rêveber û heta xwendekarên jin dihewîne. Tehanî destnîşan kir ku buroyê ji bo jinê waneyên taybet li ser girîngiya wê di avakirina civakê de li ser rêgeza Netewa Demokratîk dide.

Her wiha Tehanî destnîşan kir ku rêjeya mamosteyên jin di komîteyê de ji sedî 65 derbas kir û ew jî rolek di pêşxistina warê perwerdehiyê di civakê de dilîze, ji ber ku jin pêşenga civakê ye û rolek aktîf di perwerdekirina nifşek saxlem dilîze.

Li gorî gotinên endama rêveber a Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Tehanî El-Selal, di nav pilansaziya berfirehkirina xebatên buroyê de, buryoyek jin li bajarokê El-Mensûra yê gundewarên rojhilatê Tebqayê hate vekirin û dê buroyek wekî wê li bajarokê El-Cirniyê yê gundewarên bakurê rojavayê Tebqayê di sala pêşiyê bê vekirin.

(şx)

ANHA