‘Sedema bêdengiya hikûmeta Başûr parastina desthilatdariya xwe ye’

Siyasetmedarên jin ên taxa Şêxmeqsûd bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember zêdegaviyên dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca vê bêdengiyê parastina desthilatdariyê ye.

‘Sedema bêdengiya hikûmeta Başûr parastina desthilatdariya xwe ye’
7 îlon, 2018   08:21

ROZANA DADO / HELEB

Artêşa tirk a dagirker bi armanca dagirkirin û hedefkirina destkeftiyên gelê Kurd di nav bêdengiya hikumeta Başûr bi serkêşiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê, êrîşên xwe li ser herêmên Kurdistanê zêde dike. Siyasetmedarên jin ên taxa Şêxmeqsûd destnîşan  kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi armanca parastina desthilatdariya xwe li hember van êrîşan bêdeng e.

Endama rêveber a Buroya Rêxistinkirina Jinê ya Meclisa Sûriye ya Demokratîk MSD'ê Hêvîn Hesen got siyaseta dagirkera Tirk li dijî nirxên gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe têkoşiyaye,  siyaseteke êrîşkar e.

Hêvîn destnîşan kir ku dewleta Tirk di nav bêdengiya dewletên cîhanê û aliyên kurdî de di serî de Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) êrîşî herêmên Kurdistanê dike.

Di dawiya gotinên xwe de Hêvîn tekez kir ku ev êrîş yekîtiya gelê Kurd dike hedef û wiha got: "Divê gelê Kurd li hember van êrîşan xwe bikin yek."

Ji aliyê xwe ve endama Buroya Rêxistinkirina jinê ya MSD'ê Ferîde Kurdî girîngiya yekgirtina jinan li hember êrîşên li dijî destekeftiyên ku bi saya têkoşer û şoreşgerên jin bidest ketine  tekez kir û wiha got: "Divê PDK`ê vegera refa kurdî û berjewendiyên gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê biparêze."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê herêma Başûr referandûmek ragihandibû. Dewleta Tirk yekemîn dewlet li dijî wê sekinî. Lê hikumeta Başûr berovajî wê li hember zêdegav û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Kurdistanê bêdeng e.

(şx)

ANHA