Şahoz Hesen: Wê bandora Efrînê li ser şerê Idlibê hebe'

“Yên ku mijara İdlibê dixin rojevê divê bi zanin ku heman dagirkerî, qetlîam û sûcên mirovî li Efrînê jî tên kirin.”

Şahoz Hesen: Wê bandora Efrînê li ser şerê Idlibê hebe'
7 îlon, 2018   05:48

MÛRADA KENDA – EKREM BEREKAT / QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen dest nîşan kir ku pirsgirêka Sûriyê li Idlibê de kilît bûye û rewşa Idlib ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê wê rewşek nû derbixe.

Der barê amadekariya şer û niqaşên li ser  Idlib  de tên kirin PYD’ê Şahoz Hesen got ku : “Dewleta Tirk a dagirker plan dike ku çeteyên di Îdlîb’e de bi cîh bûne berê wan bide Efrîn, Bab, Cerablûs’ê.”

‘Wê Idlib  jii bo çareseriya Sûriyê rewşek nû ava bike’

Şahoz Hesen got ku Idlib ji bo giştî Sûriyê bandora wê heye û balkişand ser amadekariyên îranê yê ji bo şerê  Idlibê û wiha pê de çû, “ Îran bi awayekî xûrt xwe amade kiriye. Lê Amerîka û Îsraîl hewildidin ku Îran ji Sûriyê derbixin. Nakokî û pirsgirek hem di navbera Rûsya û Amerîka jî di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de pir zêde ne. Her wiha  Idlib  ne tene bajarekî ji rêzê ye, bajarekî ku rewşa pêşaroja Sûriyê wekî kilît temsîl dike ye. Ji bo wê jî girîngiya Îdlîb heye û hemû dewlet dixwazin li gorî berjewendiyên xwe encam ji bidest bixin. Rewşa  Idlibê  her çiqas çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyê  bi xwe re neyne jî lê wê ji bo pirsgirêkên ku li Sûriyê têne jiyîn rewşek nû jî derbixe holê.”

Şahoz Hesen da zanîn ku ev 7 salin li Rojava ye Kurdistanê tekoşîneke mezin tê dayîn û got: “Ew tekoşîna li Rojavaye Kurdistanê ji her aliyan de li ser rewşa giştî Sûriyê bandor kir û dike. Pêngava rizgarkirina Reqa ku ji aliye Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dest pê kiribû, gavên mezin hatin avetin. Rizgarkirina wê heremê rewşek nû ava kir.   Di wê deme de Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê xwestin ku ber bi Dêrazor û El-Bûkemal de biçin. Ji bo wê jî mijara Idlib hat sekinandin. Di wê çarçoveye de hemû çete li  Idlibê hatin komkirin.”

‘Çeteyên Idlibê ji Tirkiyê re  xeteriyek mezin in’

Şahoz Hesen berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker plan dike ku çeteyên di Îdlîbê de bi cîh bûne berê wan  bide Efrînê, Bab, Cerablûsê  û got: “Ew çete xeteriyek mezin dide dewleta Tirkiyê û ew çete wê bibe pisgirêkeke mezin. Dewleta Tirk a dagirker bi şerê  Idlibê re yan wê hemû çeteyan bide şerkirin û wisa tûne bike yan jî wê bi xwe wan çeteyan tasfiye bike.”

Şahoz Hesen anî ziman ku şerê Idlibê wê gav bi gav bibe. Ji ber wê niha Rûsya û rêjîma Sûriyê hêdî hêdî cihên diyar yên li Idlibê bombebaran dikin.

‘Bi hezaran sivîl ne tenê li  Idlibê li  Efrînê jî  hene’

20 Çilêyê dewleta Tirk a dagirker êrîşî herema Efrînê kir. Her wiha bi hemû teknîka xwe ya pêşketî sivîl, xweza û cihên dîrokî hedef girt. Li dijî wan êrîşên dagirkeriyê gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Niha jî gelê Efrînê berxwedana xwe li Şehbayê didomîne.

Der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê Şahoz Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker guhartina demografî, tecawûz û bi qetlîaman mafê mirovan binpê dike û wiha pê da çû.

 “Dagirkeriya dewleta tirk û şêwazên wê di zagonên navnetewî de sûcên giran in. Kesên ku wan şêwazên qirêj dike cûdabûna wan ji çeteyên DAIŞ’ê tûne ye.  Ew hewildanên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gel û tunekirina çandê ye. Li dijî wan binpêkirina mafê mirovan hemû dewletên navnetewî bêdengiya xwe diparêzin. Li dijî wan êrîşan têkoşîna gelê me heye. Lê pêwîstê dewletên navnetewî jî wê êrîşê bibinin. Rojane dewletên cîhanê di ragahandinên xwe de dibejin, li  Idlib ê bi hezaran sivîl hene û ew sivîl wê werin kuştin, ji boyî wî jî şiyariya dikin. Divê zanibin ku li Efrînê jî bi hezaran sivîl hebûn û hatin qetil kirin. Niha jî sivîl di Efrînê de hene û îşkenceyen herî mezin li ser wan tê meşandin. Ew bêdengiya dewletên navnetewî ji bo Efrînê nayê qabûl kirin. Berjewendiyên dewletên navnetewî li ser Idlibê dibe sedem ku çavên xwe li ser êrîşên Efrînê bigrin. Divê di demek lêz de ew êrîşên li Efrînê jî bibînin da ku gelê Efrînê bi azad vegerin welatê xwe. Pêwîstê ew çeteyên ku li Efrînê bi cîh bûne werin derxistin da ku gelê Efrînê li welatên xwe bi  jiyanek aram, azad û aşitî wekî berê  bijîn.” 

‘Bandora Efrînê wê li ser şerê  Idlib  hebe”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Şahoz Hesendi  dawiya axaftina xwe de got: “Efrîn ji bo me mijarek stratejîk e û mijarake man û nemanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hebûna me, projeya Netewa Demokratîk bi giştî hedef digre. Di wî aliyê de pêwîstê hemû kes xwe berpirsyar bibîne. Mijara  Idlib  bi Efrînê ve giredayî ye. Lê mixabin dewletên navnetewî dagirkirina Efrînê nakin wekî rojev. Lê bandora Efrînê li ser Idlib, Haleb û hemû Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê heye.”

ANHA