Îran gefa geşkirina uranyumê dixwe

Rêxistina Îranê ya enerjiya nukleer ragihand ku dê uranyuma geşkirî derxe, heke Yekitiya Ewropayê û Rûsya hevpeymana nukleer piştî ku Amerîka jê vekişiya, neparêzin.

Îran gefa geşkirina uranyumê dixwe
6 îlon, 2018   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Îranê li ser navê berdevkê Rêxistina Enerjiya Nukleer a Îranê Behroz Kemalwendî ragihand ku asta hilberînê wekî dema berê namîne û wiha got: “Heke hevpîşeyên me ji hevpeymana nukleer a sala 2015'an vekişin, li şûna wê em ê di astên bilind de uranyuma geşkirî çêkin. Em di qonaxeke pêş de ne. Welat di çalakiyên xwe yên nukleer de di asteke baş de pêşve diçe."

Îranê gelek caran hişyarî da ku ew dikare sînordariyên ku erê kirine rawestîne û careke din uranyumê di astên bilind de geş bike, eger danûstandinên bi Ewropa, Rûsya û Çînê re encamên guncaw wernegirin.

Îranê hevpeyamana nukleer di sala 2015'an de bi Amerîka, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewropayê re îmze kir da ku hêdî hêdî cezayên li ser wê bêne rakirin û li hemberî wê dê mîsogeriyên xwezayî yên aştiyane ji bernameya xwe ya nukleer re pêşkêş bike.

Amerîka di Gulana borî de xwe ji hevpeymanê vekişand û di Tebaxa borî de cezayên nû li ser Tehranê ferz kirin. Tê gumankirin ku di Mijdara bê de jî rêzecezayên din li ser Tehranê ferz bike.

Li hemberî wê beşdarên hevpeymanê soz da ku dê alîkariya aborî bi Îranê re bikin da ku parastina hevpeyamê bikin. Lê heta niha Îran li hemberî hêza van dewletan li hemberî encamên cezayên Amerîkayê bi guman e.

ANHA