Xwepêşanderan bendera Um Qesir a Iraqê girt

Xwepêşanderan dergeha sereke ya bendera Um Qesir a Iraqê ku tê re kamyonên hilberînên tenelî, zeyt û şekir tê wergirtin, girt. Di xwepêşandanên li Besrayê de xwepêşanderek hate kuştin û 25 xwepêşanderên din jî birîndar bûn.

Xwepêşanderan bendera Um Qesir a Iraqê girt
6 îlon, 2018   09:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî bendera Um Qesir a Iraqê ragihand ku piştî çend saetan ji şewitandina avahiya parêzgeha Besrayê xwepêşanderan dergeha sereke ya benderê girtine û banga başkirina xizmetguzariyê dikin.

Li gorî kanala RTV a Rûsyayê xwepêşanderan dergeha sereke ya bendera Um Qesir girtine û kamyonên ku hilberîn barkirine nikarin derbasî Iraqê bibin yan paşve vegerin. Hê aşkera nebûye ku xwepêşandan dê bandorê li tevgera benderê bikin an na.

Xwepêşanderan her wiha rêya sereke ya di navbera deverên Tenûmê û El-Eşar ên parêzgehê girt û bi sedan welatiyên Besrayê li pêşiya avahiya dadgeriya Şet El-Ereb kom bûne.

Hikumeta qezaya El-Zibêr a hundirîn, kar û xebatên xwe taloq kirin û tedbîrên ewlehî yên pêwîst wergirtin. Dezgehên çapemeniyê yên hundirîn ên Iraq ragihandin ku xwepêşanderên bi hêrs rêya sereke ya bajarê El-Emara a devera Kermêt Elî a bakurê Besrayê girtine.

Çavkaniyekî ewlehiyê diyar kir ku hin kesên nenas avahiya karîgeriya şaredariyên Besrayê şewitandin.

Birêveberê karîgeriya Hêzên Sivîl ê El-Besra Tehîsîn Elî ragihand ku agirê ku li Dîwana parêzgehê û avahiya şaredariyan hatiye vêxistin hatiye vemirandin û got ku hin endamên hêzên sivîl rastî tenghinasiyê hatine.

Çavkaniyên tunduristî û ewlehî yên Iraqê ragihandin ku di pevçûnên di navbera wan û hêzên ewlehiyê de xwepêşanderek hatiye kuştin û 25 xwepêşanderên din jî li Besrayê birîndar bûne.

Ji ber lawazbûna rewşa xizmetguzariyê li parêzgeha Besra ev demek e xwepêşandan tên lidarxistin. Di encamê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehî de pevçûn derketin û gelek xwepêşander hatin kuştin.