Li Yemenê pevçûnên dijwar

Di encama şerê di navbera hêzên Hûsiyan û Yemenê de li bajarên Hedîda û El-Tehîteyê, ji her du aliyan gelek kes hatin kuştin.

Li Yemenê pevçûnên dijwar
6 îlon, 2018   10:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera hêzên Hûsiyan û hêzên Yemenê de ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ve têne destekkirin, li başûrê bajarê El-Hedîda li berava rojavayê Yemenê şer qewimî.

Skynewsê ragihand ku teqînên mezin ji ber êrîşên tankan ku li taxên başûrê bajarê Hedîda dihatin kirin, gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Şervanên Apatşî yên girêdayî hêzên Koalîsyona Erebî cihên cuda yên hêzên Hûsiyan li herêmên derdora balafirgeh û bendera li Hedîdayê bombebaran kirin, di encamê de gelek kuştî û birîndarên Hûsiya çêbûn.

Hêzên Hûsî êrîşî cihên hêzên Yemenê yên li rojavayê El-Tehîteyê kir, di encamê de şerekî giran di navbera her du aliyan de pêk hat.

(jo)