Bi alavên hêsan kargeheke biçûk vekir

Ehmed El-Katii ji şêniyên navçeya Eyn Îsa ye, bi alavên hêsan û bi mesrefeke kêm kargeheke biçûk a madeyên paqijiyê vekir. Madeyên kargehê di ber çavdêriya tenduristiyê re derbas dibin.

Bi alavên hêsan kargeheke biçûk vekir
Bi alavên hêsan kargeheke biçûk vekir
Bi alavên hêsan kargeheke biçûk vekir
Bi alavên hêsan kargeheke biçûk vekir
6 îlon, 2018   09:10

EHMED EL-KIMYAN-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Ehmed El-Katii ji şêniyên navçeya Eyn Îsa ye. Kargeheke biçûk ji bo çêkirina madeyên paqijiyê vekir. Madeyên kargehê ji aliyê kalîteyê ve ji yên ji derve tên baştir in.

El-Katii tev li gelek dewreyên pispor di vê pîşeyê de bû. Ji ber wê şarezayiyên xwe di vî warî de bi pêş xistin û bû hosteyî vî karî. El-Katii hizra vekirina kargeha xwe ya biçûk ji kargehên mezin girt. Lê bi destê xwe û bi alîkariya hesinkaran kargeha xwe ava kir.

Kargeha El-Katii li sûka navçeya Eyn Îsayê ye. El-Katii beriya çend rojan kargeha xwe vekir û hemû madeyên paqijiyê yên firaq û cilan çêdike û difiroşe.

Ehmed El-Katii diyar kir ku madeyên ku çêdike, di bin çavdêriya tenduristiye re derbas dibin û tu zirarên wê li ser tenduristiyê tune ne.

Hêza kargehê ji bo hilberîna madeyên paqijiyê yên rohn digihîje 500 kîloyan lê miqdarên sînordar ji bo ku bi awayekî asayî bifiroşe di kargehê de hildiberîne.

Ehmed El-Katii destnîşan kir ku ew dixwaze kargeheke biçûk ji bo çêkirina sabûnê veke, lê ji ber lêçûna zêde ew nikare projeyê bigihîne serî.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed El-Katii girîngiya piştgiriya projeyên biçûk ji aliyê rêveberiyê ve di teşwîqkirina pîşesaziya herêmî de destnîşan kir.

(şx/ew)

ANHA