Şewata ku li Dersimê dest pê kir, li qadeke berfireh belav dibe

Şewata ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li herêma Kûtûdere ya Dersimê dest pê kiri bu û ji ber ku artêşa Tirk li hember temirandina agir astengiyan çêdike şewat li qadeke berfireh belav dibe.

Şewata ku li Dersimê dest pê kir, li qadeke berfireh belav dibe
6 îlon, 2018   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Li geliyê Roj ê herêma Kûtûdere ya Dersimê ji ber bomberdûmana ji hewayê şewat derketibû û 7 roj in dewam dike. Welatî dixwazin şewatê vemirînin lê belê leşkerên Tirk bi gotina 'herêma ewlekariyê ya taybet e' li pêşiya welatiyan dibin asteng.

Şewata li herêma Xîran a navbera gundên Guleç û Zerîkan ên navçeya Mazgîrtê duh ji aliyê gundiyan ve nîvê şevê hate vemirandin.