Hêzên Iraqê jineke DAIŞ`î girtin

Hêzên Iraqê yek ji jinên herî xeternak ên DAIŞ`ê ya bi navê Um El-Zebahîn girt.

Hêzên Iraqê jineke DAIŞ`î girtin
6 îlon, 2018   08:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê yek ji jinên herî xeternak ên DAIŞ`ê û dayika 5 çeteyan Um El-Zebahîn girt. Du kurên wê di cihê ku qetilkirina sivîlan de ne, yek jî li Qezaya Bîce ya bakurê parêzgeha Selahedîn hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê ku îstixbaratên leşkerî yên fermandariya çalakiyên Selahedîn, yek ji jinên DAIŞ`ê girt. Her wiha Wezareta Parastinê diyar kir ku dema parêzgeha Selahedîn a li bakurê Bexdayê kete destê çeteyên DAIŞ`ê, ew jina DAIŞ’î di nava şaneyeke terorê de kar dikir.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku piştî hêzên ewlekariyê yên Iraqê li ser deriyê bakur ê têketina bajarê Tikrît nuqteke ewlehiyê danî, ew jin hate girtin.

Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de gelek bajarên Iraqê dagir kirin û di nav de bajarê Mûsilê û di sala 2017`an de hêzên Iraqê hemû herêm ji bilî hindek baregehên çeteyan li çolistanê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

(bx/ew)