Çareseriyên demkî ji pirsgirêka avê ya Siwêdiyê re

Navenda Belavkirina Avê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide pirsgirêkên girêdayî peydakirina avê çareser bike, bi taybet piştî ku rêjeya herikîna ava çemê Firatê ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve hatiye kêmkirin û gelek pompên derxistina avê hatine rawestandin.

Çareseriyên demkî ji pirsgirêka avê ya Siwêdiyê re
Çareseriyên demkî ji pirsgirêka avê ya Siwêdiyê re
6 îlon, 2018   08:33

MIHEMED HEYAWÎ / TEBQA

Navenda Belavkirina Avê ya Tebqayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide avê ji welatiyên Tebqa û gundewarên wê re peyda bike. Pirsgirêka peydakirina avê piştî ku hikumeta Tirkiyeyê rêjeya herikîna ava çemê Firatê kêm kir, zêde bûye. Di encamê de gelek pompên derxistina avê ji kar hatine derxistin. Navend tedbîrên pêwîst digire da ku ava vexwarinê li ser welatiyan neyê birîn.

Girêdayî vê pirsgirêkê Navenda Belavkirina Avê gelek giliyên welatiyên bajaroka Siwêdiyê wergirtin. Welatiyan diyar kir ku ava vexwarinê ku li wan tê belavkirin, gelekî kêm e. Bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê navendê bajaroka Siwêdiyê dabeşî 5 beşan kir da ku karibe ava vexwarinê li hemû welatiyan belav bike.

Der barê mijara kêmbûna rêjeya herikîna ava çemê Firatê de rêveber û berpirsyarê pompên derxistina avê Mehmûd El-Hemadê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Tirkiyeyê bikin da ku li gorî hevpeymana parvekirina avên çeman tev bigere û para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê berde.

ANHA