Nasnameya 2 gerîlayên şehîd  hatin aşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li navçeya Kutun a Gumuşhaneyê di şerê 20'ê Tebaxê de du gerîla şehîd bûne.

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd  hatin aşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd  hatin aşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd  hatin aşkerekirin
6 îlon, 2018   08:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Herêma Behra Reş ku gerîlayên azadiya Kurdistanê lê bi cih bûne, bûye yek ji devera wiha ku kezeba dijmin jê diqete. Tecrûbeya şer a bi salan a gerîlayên PKK'ê li qada Behra Reş hêzên dagirker şaş dike û çalakiyên gerîlayan ên li vê qadê tirseke mezin dixe dilê dijmin. Dijmin bi vê tirsê, van sê salên dawî li vê qadê, li cihê ku gerîla lê tevdigere carinan bi tevlêbûna 5-6 hezar leşker û tîmên taybet operasyonê dike, carinan jî bi tevlêbûna ji 10 hezarî zêdetir leşker. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê her çendî hejmara kuştiyên xwe yên leşkeran veşêre di her pêvajoya operasyonê de hêzên me yên gerîla derbê li yekîneyên dijmin dixin û gelek leşker têne kuştin.

Di vê pêvajoya şerê giran de hin şehadetên gerîla jî çêdibin. 20'ê Tebaxa 2018'an li navçeya Kurtunê ya Gumuşhaneyê, di navbeyna yekîneyeke me ya  gerîla û hêzên dagirker de şer derkert. Şer bi saetan dewam kir û di vî şerî de endamê Rêveberiya me ya Eyaleta Behra Reş hevalê me Tarik Artvîn û Şoreş Dalaho heta bi guleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Tarik Artvîn

Nav û paşnav: Bariş Oner

Cihê jidayikbûnê: Artvîn

Navê dayikê: Nurten

Navê bav: Îsmet

Cih û dîroka şehîdetê: 20 Tebax 2018 / Gumuşhane

*****       

Nasnav: Şoreş Dalaho

Nav û paşnav: Star Muhammedî

Cihê jidayikbûnê: Sîne

Navê dayikê: Fatma Rahmanî

Navê bav: Mahmud

Cih û dîroka şehîdetê: 20`ê Tebax 2018 / Gumuşhane