Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin

Bi merasîmekê meclisa bajarokê Ebo Xerzê yê girêdayî Girê Spî, bi beşdarbûna bi dehan welatiyên bajarok û gundan, hate vekirin.

Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin
Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin
Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin
Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin
Meclisa bajarokê Ebo Xerzê hate vekirin
6 îlon, 2018   08:20

GIRÊ SPÎ

Di merasîma vekirinê de ku li gundê Kermazat ê navçeya bajarokê Ebo Xerzê hate lidarxistin, hevserokên meclisa navçeya Eyn Îsa Sewsen Himêdî û Siûd El-Selal û li ser navê meclisa kantona Girê Spî Sebrî Nebû, nûnerên hemû komîte û meclisên navçeyê û gelek welatiyên bajarok û gundan amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê dayika şehîd Mihemed Arif deriyê meclisê vekir. Li ser navê meclisa kantonê Sebrî Nebû û li ser navê meclisa navçeya Eyn Îsayê Sewsen Himêdî axivîn û vekirina meclisê li ser welatiyên bajarok pîroz kirin, her wiha da zanîn ku bi keda şehîdan bajar aram e. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Bajarokê Ebo Xerzê 15 km dûrî navçeyê ye û 104 gundan ku ji 40 komînan pêk tên, di nav xwe de dihewîne.

(jo)

ANHA