Li kampa Eyn Îsa ji bo 3 hezar koçberan derfeta kar

Rêveberiya kampa Eyn Îsa derfeta kar ji 3 hezar koçberan re peyda kir. Her wiha rêveberiya kampê ji bo garantiya mafên koçberan û hêsankirina karên wan gelek şert danîn.

Li kampa Eyn Îsa ji bo 3 hezar koçberan derfeta kar
Li kampa Eyn Îsa ji bo 3 hezar koçberan derfeta kar
Li kampa Eyn Îsa ji bo 3 hezar koçberan derfeta kar
Li kampa Eyn Îsa ji bo 3 hezar koçberan derfeta kar
6 îlon, 2018   08:10

EHMED EL-KIMYAN-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Di şerê Surî de heya niha bi sed hezaran kes koçber bûn û bi sed hezaran kes jî jiyana xwe ji dest dan. Şer heman demê bi xwe re şert û mercên jiyanê jî zehmetkir. Ji ber şer bi sed hezaran kes ji hilberînê qut bûn. Vê qutbûyînê di aliyê aborî û debara civakê de gelek zehmetî bi xwe re anî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Surî heya niha bi sed hezaran koçber li herêmên cûda yên Bakûrê Surî di kampên cuda de bi cih kir û li gorî derfetên xwe hewlda pêwîstiyên van kesan bi cih bîne. Lê ji bo ku van kesên koçber ji hilberînê qutnebin wê 3 hezar kesên ku li kampa koçberan a Eyn İsa dimînin wê di komkirina pembo de kar bikin.

Wê mafê koçberan bê parastin

Nêzî 3 hezar koçberên kampa Eyn Îsayê ji bo berhevkirina hilberîna pembo li ser her du beravên çemê Belîx û gundewarên Reqayê, xwe amade kiriye.

Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê gelek girtekên pêwîst girtine. Rêveberî, koçber bi rêxistin kirin, ji bo parastina mafên koçberan bi xwediyên zeviyan re civiya  û bi rêya belgeyên pêwîst derbasbûna koçberan li ser bendên kontrolê hêsan kir.

Koçberan xwe di nav koman de bi rêxistin kir. Her komek ji 300 karkeran pêk tê. Li ser her komekî berpirsek ku bi zimanê herêmî bi navê çawîş tê naskirin, hatiye eyarkirin.

Têkildarî mijarê berpirsê komekê bi navê Fewzî Alûş diyar kir ku hejmara koma wî nêzî 200 karker in û amadekariyên xwe ji bo berhevkirina hilberînê bi dawî kirine. Fewzî destnîşan kir ku kar rojane ji 7 heta 9 saetan û li gorî daxwaza karkeran dixebitin. Karker li gorî pîvana miqdara ku berhev kirine, dê pere bigirin.

Heta niha rêveberiya kampê buhayê berhevkirina pembo diyar nekiriye, dê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê û Aborî ya navçeyê diyar bike.

Li gorî koçbera bi navê Werde Xelîl El-Elî diyar kir ku ji bo peydakirina pêwîstiyên malbatê û bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re ew dixebitin.

Nirxa kîloya pembo ya berhevkirî di sala borî de 20 lîreyên Sûriyeyê bû. Lê li gorî karkeran buhayê guncaw ji her kîloyekê re 25 lîreyên Sûriyeyê ye. 

Koçber di rojên pêşiya me de dê di zeviyan de bixebitin.

(şx/ew)

ANHA