Li Efrînê çeteyekî Feyleq El-Şamê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê da zanîn ku di kemîneke wan a li herêma Şerayê de çeteyê bi navê Ebdilletîf Ekîl ê endamê Feyleq El-Şamê hatiye kuştin.

Li Efrînê çeteyekî Feyleq El-Şamê hate kuştin
6 îlon, 2018   08:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, da zanîn ku bi kemînekê ku li herêma Şera danibûn, çeteyê Feyleq El-Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl tesfiye kirine. Odeyê diyar kir ku çeteyê bi navê Ebdilletîf Ekîl ji Idlibê berê xwe daye Efrînê û gelek kiryarên terorî li hemberî welatiyên Efrînê pêk anîne.

Daxuyanî wiha ye:

"Şervanên me di hesabxwestana çeteyên ku di dagirkirina Efrînê de beşdar bûn û hiştin ku gelê me werin koçberkirin, berdewam e.

Bi baweriya ku hesab ji çeteyan were xwestin, di 3'yê Îlonê de hêzên me, endamê rêveberiya çeteyên Feyleq El-Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl kuşt.

Çeteyê Ebdilletîf Ekîl eniyên şer li Idlibê berda û berê xwe da Efrînê ku kiryarên qirêjiyê der heqê gelê me li Efrînê de pêk bîne, lê şervanên me dikaribûn li herêma Şera xwe bigihînin wî û kiryarên ku der heqê gelê me de pêk anî, ew hate muhasebekirin.

Me soz daye gelê xwe ku em ê berxwedana xwe bilind bikin û tolhildana ku heta Efrîn rizgar bibe û gelê Efrînê were ser axa xwe, têkoşînê bikin."

(jo)