Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di heman dema bombebarana balefirên Rûsya li deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê de, hin agahî nîşan didin ku lihevkirineke di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de der barê Idlibê de pêk hatiye û rê li pêşiya vegera saziyên rêjmê vedike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
6 îlon, 2018   07:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa Idlibê û rojhilatê çemê Firatê û behsa xwepêşandanên li Îraqê û bandora wan li ser avakirina hikûmeta nû kirin. Her wiha behsa aloziya Amerîkî – Tirkî û şêwrên li Cinêvê yên di navbera aliyên Yemenê de û hin mijarên din kirin.

Çavên rêjîmê li Idlibê ne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa rewş û geşedanên dawî li parêzgeha Idlibê kirin. rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê pilana êrîşa li Idlibê li ser gelek qonaxan danî". Rojnameyê diyar kir ku piştî ku rêjîmê serweriya xwe li ser giştî paytext û derdora wê û piştre li ser başûrê welat ferz kir, êdî niha çavên rêjîmê li parêzgeha Idlibê ye, nemaze spartgeha dawî ya opozîsyonê û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ye.

Rojnameyê destnîşan kirk u şerê Idlibê mezintirîn şerê dawî di aloziya Sûriyeyê de ye, piştî ku opozîsyonê li gelek deveran li pey hev hate têkşikandin. Êdî hebûna wê tenê di parêzgeha Idlibê de û hin deverên derdorê yên gundewarê Helebê de ye, ku li van deveran hêzên Tirkiyeyê jî bi cih dibin.

Rûsya deverên agirbesta Rûsî – Tirkî topbaran kir

Rojnameya El-Qudis El-Erebî girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî amadekariya Rûsî.. rêjîmê destpêkirina êrîşa li dijî Idlibê ragihand û opozîsyonê baregeheke wê topbaran kir". Rojnameyê diyar kir ku saeta sifrê ya şerê parêzgeha Idlibê û gundewarê Hemayê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve dest pê kir. Balefirên Rûsyayê beriya vê destpêkirinê gelek deverên di bin serweriya opozîsyonê de ne yên li Idlibê bombebaran kirin. fermandarekî leşkerî ku li rex hêzên hikûmeta Sûriyeyê şer dike duh got ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê çalakiyên xwe yên leşkerî li herdu parêzgehên Idlib û Hemayê dest pê kirine.

Tirkiye û Rûsya der barê Idlibê de lihev kirine

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lihevkirinên Rûsî – Tirkî li ser Idlibê di lûtkeya Tehranê de tên erêkirin". Rojanemyê got ku Enqere û Mosko lihevkirinên xwe ji bo beralîkirina parêzgeha Idlibê ji vebijêra leşkerî didomînin û dê pêşkêşî maseya lûtkeya "misogerkarên Astana" ku sibe li Tehranê tê lidarxistin, bikin.

Rojnameyê li ser navê çavkaniyekî rayedar di opozîsyona Sûriyeyê de ya nêzî Tirkiyeyê got ku civînên ku komîteyên kar ên Rûsî û Tirkî beşdar bûne pêşketineke mezin bi dest xwe ve anîne, ji bo çareseriyeke guncaw ji hemû aliyan pêk bînin da ku girêkoka Idlibê were çareserkirin. Her wiha dê pêşkêşî rayedarên dewletên misogerkar ên Astana were kirin. her wiha guman kir ku lihevkirinek pêk hatiye ku rêxistinên terorîst ji Idlibê bêne derxistin û Tirkiye rêveberiya vê çalakiyê bike. Her wiha asayîşa leşkerî ya Rûsyayê dê li Cisir Şixor û hin deverên parêzgeha Hema û Deşta Xab bêne bicihkirin. Hêzên rêjîma Sûriyeyê jî divê derbasî van deveran nebin û di bin serweriya tabûrên alîgirtiya Enqereyê dikin de bimînin. Heman çavkanî got ku Rûsya ev pêşniyar qebûl kiriye û divê Tirkiye serweriya çekên giran ên tabûran bike û berpirsiyariya ewlehiyê bigire ser xwe û li xwe bigire ku êrîşek li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê û hêzên rêjîmê pêk neyê. Li hemberî wê Enqere razî bû ku saziyên rêjîmê yên sivîl di bin çavdêriya Rûsiyayê de derbasî herêmê bibin.

Hemleya rizgarkirina berîka dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê nêzîk bûye

Girêdayî xebatên tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon ji sivîlan dixwaze ku ji deverên DAIŞ'ê derbikevin". Rojnameyê diyar kir ku balefirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê belavok bi ser berîka dawî ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye li rojhilatê Firatê weşandin û têde ji welatiyan dixwaze ku ji van deveran derbikevin. Ev yek nîşan dide ku hemleya leşkerî ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê nêzîk bûye.

Bexda li ser xeta xwepêşandanan li pey El-Besra diçe

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Bexda di serhildana Îraqê ya nû de li pey El-Besra diçe".

Xwepêşandanên El-Besra gefan li xebatên avakirina hikûmetê dixwe

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "aloziya li El-Besra girêka avakirina hikûmetê dijwartir dike".

Hosî beşdarî roja yekemîn a şêwrên Cinêvê nabin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê û xebatên lihevkirina di navbera aliyên Yemenê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hosî beşdarî roja yekemîn a danûstandinên Cinêvê nabin".

Tevî zextên Îsraîlê  xwepêşandanên vegerê tên domandin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl dergeha Bêt Hanot digire û xwepêşandanên vegerê berdewam dikin û nerazîbûna xwe li hemberî biryara Waşintonê ya li dijî UNRWA nîşan didin".

Erdogan navbênkariyê ji Kiwêtê dixwaze da ku Trump birazîkirin bide

Girêdayî rewşa Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan navbênkariyê ji Şêx Sibah El-Ehmed ji bo Trump dixwaze."