Mamosteyên Girkê Legê: Dewleta Tirk çanda gelê Kurd dike hedef

Mamosteyên Girkê Legê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan hebûn û çanda kurdî hedef digire. Mamosteyan bang li gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî kir ku li hemberî van êrîşan xwe bikin yek.

Mamosteyên Girkê Legê: Dewleta Tirk çanda gelê Kurd dike hedef
6 îlon, 2018   07:41

KELSÛME ELÎ-SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Dewleta Tirk êrîş û destwerdanên xwe li dijî herêmên Kurdistanê zêde dike. Piştî dagirkirina Efrînê û di nav bêdengiya hêzên kurdî li başûr, dagirkera Tirk berê xwe da herêmên başûrê Kurdistanê. Ev êrîşên dagirkera Tirk rastî nerazîbûnên kurdî hat.

Hejmarek ji mamosteyên peymangeha şehîd Baz a zanyariyên perwerdehiyê ya Girkê Legê ji ajansa me re axivîn. Mamosteyan destwerdanên dewleta Tirk ên ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digire, şermezar kirin û girîngiya yekgirtina refa Kurdî li dijî van binpêkirinan tekez kirin.

Tirkiye hewl dide aloziya xwe derbasî derve bike

Mamosteya bi navê Melîhe Abdullah got dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên dagirkeriyê navdar e û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk niha aloziyek hundirîn ji aliyên siyasî û aborî ve jiyan dike. Dixwaze aloziya xwe derbasî derve bike. ji ber wê hewl da Kobanê dagir bike lê bi serneket piştre berê xwe da Efrîn û ew dagir kir. Gelê Efrînê kuşt û mal û milkên welatiyan dizî. Bi armanca berfirehkirina herêmên dagikirî, dewleta Tirk niha berê xwe daye başûrê Kurdistanê."

Di berdewama axaftina xwe de Melîhe destnîşan kir ku dagirkera Tirk tevî aloziya hundirîn dixwaze hêza xwe ji cîhanê re îsbat bike, ji lewra êrîş û destwerdanên xwe li dijî gelê Kurd û herêmên Kurdistanê zêde dike.

Her wiha Melîhe bal kişand ser hevkariya hin aliyên Başûrê kurdistanê bi dagirkera Tirk re û wiha got: "Bi alîkariya hin aliyên başûrê Kurdistanê ve, dewleta Tirk bi awayekî hêsan êrîşî herêmên Başûr dike. Ev êrîş piştî hevdîtinên di navbera rayedarên her du aliyan de pêk hat."

Di dawiyê de Melîhe êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku dîrok dê hesabê ji xayînan bixwaz e.

Dagirkera Tirk hebûn û çanda gelê Kurd hedef digire

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê peymangeha Baz a zanyariyên perwerdehiyê Abdulhekîm Mîrza wiha got: "Di vê pêngavê de êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd didomin. Dewleta Tirk dixwaze nasname, çand û zimanê me qir bike. Ji ber ku dewleta Tirk nikarî rê li ber destkeftiyên gelê Kurd li Rojava bigire, bi rêya çeteyên xwe Efrîn dagir kir."

Mîrza wiha domand: "Niha dagirkera Tirk berê xwe daye herêma Başûrê Kurdistanê, li ber çavên hikumeta başûr, êrîşî gel Kurd dike, dikoje û milkên welatiyan didize. Heta niha me tu bertekek an jî gavek ji aliyê hikumeta Başûr ve li hember van êrîşan nedîtiye." 

Di berdewama gotinên de Mîrza bang li gelê Kurd ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember êrîşan bisekinin da ku sînaryoya dagirkirina Efrînê dubare nebe.

Yekgirtin mîsogeriya rêgirtina li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk e

Mîrza li ser girîngiya yekitiyê wiha got: "Di vê pêngavê de hewcedariyek bi lez û pêwîst bi lidarxistina kongreyek niştîmanî û yekgirtina refê kurdî heye. Divê gelê me bi yek destî û siyasetî li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên kurdî bisekinin û rê li ber wî bigirin."

Ji aliyê xwe ve mamosteya bi navê Selam Mihemed êrîşên dagirkera Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û bi taybet Qendîl şermezar kir û bang li hemû aliyên kurdî kir ku li hember êrîşan xwe bikin yek.

(şx)

ANHA