Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê

Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê, hewl dide bi hemû derfetên xwe şarezahiyên zarokan ên hunerî derxe holê û wan bi pêş bixe.

Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
Ji bo zarokan xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê
6 îlon, 2018   07:15

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Wekî her herêmek an jî bajarekî Sûriyeyê, ji ber zextên rêjîmê zarok û bi taybet zarokên Kurd nikarîbûn afirîneriyên xwe yên hunerî bi pêş bixin. Lê bi pêvajoya Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê re navendên çand û herêmê li hemû herêman hatin vekirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê yek ji wan navendan e ku deriyên xwe ji bo zarokan vekirine. Navend ji destpêka vekirinê ve, dewreyên pêşxistina hobiyên zarokan di hemû warên çandî de vekir.

Navend dikeve taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê. Gelek şagirt ji dewreyên govend, stran, lêdan û şano û gelek warên din ji navendê derçûne. Navend dewreyên xwe di dirêjahiya salê de, di rojên în û şemiyê de didomînin.

Temenê zarokên ku tev li dewreyan bûne di navbera 8 û 15 saliyê de ye. Zarok berhemên xwe di şahiyên ku li Rojava pêk tên de, pêşkêş dikin.

Gelek komên girêdayî navendê ava bûne. Koma govendê ya ciwanan ji 8 kesan pêk tê. Koma zarokan ji 20 zarokan û li ser dîlanên gelêrî perwerdeyê dibînin. Koma stranê ji 25 zarokan pêk tê, li ser stranên nû û yên gelêrî perwerde dibin. Li ser asta şanoyê, koma wê ji 20 zarokan pêk tê û di her şahiyekê de berhemên xwe pêşkêş dikin.

Têkildarî mijara xebatên navendê mamosteya beşa stran û muzîkê Kawa Xalid wiha got: "Ev bû nêzî 7 sal ku ez zarokan li navendê perwerde dikim. Di van demên dawîn de gelek zarok tev li beşa stranê dibin. Em weke endamên navendê amade ne ku zarokan fêr bikin."

Ji aliyê xwe mamosteya beşa govendê Barîn Mihemed destnîşan kir ku ew ji bo vejînkirina çanda kurdî ya kevn dixebitin.

Her wiha mamosteya beşa şano Mistefa Sêlfî diyar kir ku ew bi rêya şanoyê zarokan fêrî çand û exlaqa malbat û civakê dikin û çawa bibin kesên aktîf di civakê de.

Ji aliyê xwe zarokan kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya mamosteyên xwe kir. Zaroka bi navê Viyan Ehmed Ibrahîm a ji taxa El-Salhiyê wiha got: "Temenê min 13 salî ye. Ji salekê ve ez têm navendê û fêrî stran û lêdanê dibim.  Ez spasiya keda mamosteyên xwe dikim."

Zaroka bi navê Vîn Ehmed a 10 salî jî wiha got: "Ji bo ku em tev li hemû şahiyan bibin, em li ser govendê perwerde dibin."

(şx/ew)

ANHA