Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem

Şêniyên kantona Efrînê yên ji neçarî xwe li kantona Şehbayê girtiye, jiyana xwe ya rojana bi rê ve dibin û bi derfet û hêza xwe ya xweser xwe bi rêxistin dikin, her wiha ji bo pêşxistina zarokên xwe demek veqetandine. Kampa Serdem aliyek ji vê birêxistinbûnê destnîşan dike.

Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
Wêneyek ji jiyana li Kampa Serdem
6 îlon, 2018   06:31

CAFER CAFO - FÎDA EBDULAH / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine Şehbayê li kampan di nava komîn û meclisan de xwe bi rêxistin kirine, her wiha ji bo xweparastinê tedbîr girtine. Şênî dibêjin ku rihê jiyana kollektîf êşa wan sivik kiriye.

Piştî avakirina komîn û komîteyên xwe, her wiha meclisan şêniyan her hefte civînên xwe li dar dixin û rewşa jiyanî, rêxistinî, pirsgirêk û pêwîstiyan gotûbêj dikin.

Kampa Serdem ku bi hezaran malbat hembêz kirine, aliyek ji rêveberiya xweser derdixe pêş. Şêniyên kampê di gel paşguhkirina rêxistinên navdewletî yên alîkariyê, bi derfetên heyî xwe bi rêxistin kiriye û pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Di kampê de 11 komîn û 2 meclis (Rojhilat û Rojava) hene. Rêveberên komîn û meclisan rojane serdana şêniyan dikin û rewşa wan dişopînin.

Derferên kar hatin peydakirin

Piştî talankirina mal û milkên şêniyan ji aliyê çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve rêjeya bêkariyê di nava şêniyan de zêde bû. Li ser vê yekê Meclisa Kampa Serdemê bi hevkariya Komîteya Aborî ya Kantona Şehbayê derferên kar ji hejmarek şêniyan Efrînê re peyda kirin.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Zekî Zeko anî ziman ku rêveberî û komîteyê derfetên kar jê re peyda kirin û destnîşan kir ku ew di nava zevî de kar dike û piraniya dema xwe li wir derbas dike.

Perwerdekirina zarokan

Piştî bidawîbûna sala perwerdeyê komîn û Navenda Çand û Hunerê bi armanca pêşxistina zarokan dewreyên perwerdeyê yên muzîk, dîlan, stran, saz û şanoyê organîze kirin.

Zarokê bi navê Meysem Mûrad perwerdeya dîlanên folklorîk dibîne, kêfxweşiya xwe bi tevlêbûna dewreyê tîne ziman û destnîşan dike ku bi van perwerdeyan wî çand û hunera kurdî nas kiriye.

Birêxistinbûna jinan

Rêxistina jinan a kampê, bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jinan, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan serdana jinan dike û daxwazên wan dişopîne. Li ser daxwazên wan Kongreya Star amadekariyên vekirina dewreyên perwerdeyê yên zimanên kurdî û erebî dike.

Ji jinên kampê Hêvîn Mihemed li ser mijarê wiha axivî: "Me xwest dema xwe bi fêdeyekê derbas bikin, me daxwaz kir ku fêrî zimanê kurdî û erebî bibin, di nava van rojan de em ê cih û demê diyar bikin. Ev gav ji bo me wekî jin pir girîng e ku em xwe bi pêş bixin û têkiliyên xwe xurt bikin."

Banga alîkariyê

Endamê rêveber ê kampê Idrîs Weqas anî ziman ku ew civînên xwe yên asayî li dar dixin û rewşa kampê dinirxînin. Weqas, destnîşan kir ku rêveberiya kampê ji demsala zivistanê ve tedbîrên pêwîst girtine û banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kir.

(bb/ew)

ANHA