Ebû Erac: Dewleta tirk berî civîna Tehran'ê bi çeteyan re civiya

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwarê Ebû Erac îşaret pê kir ku berî civîna li Tehran'ê ya sêalî (Îran, Rûsya û Tirkiye)u got ku berî vê civîne dewleta tirk li Enqerê bi komên çete re civiya ye.

Ebû Erac: Dewleta tirk berî civîna Tehran'ê bi çeteyan re civiya
6 îlon, 2018   06:22

CAFER CAFO / ŞEHBA

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwarê Ehmed Sultan (Ebû Erac) der barê geşedanên dawîn de, bi taybet lihevkirinên navdewletî li ser Sûriyeyê û rewşa Idlibê, ji ajansa me re axivî.

Ebû Erac diyar kir ku bajarê Idlibê girîngiyeke xwe ya zêde heye, niha li bajêr bi deh hezaran çete hene û got gelek hêzên derve di ser Idlibê re planan çêdikin.

Der barê civîna sêalî ku tê payîn sibê li Tehranê pêk were jî Ebû Erac destnîşan kir ku bala cîhanê li ser vê civînê ye ku di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de dê pêk were û wiha pê de çû: “Beriya ku ev civîn pêk were hikumeta Tirkiyeyê li Enqereyê bi fermandarên komên çekdar ên li Idlibê re hevdîtin kirin, da ku li ser hin mijaran li hev bin. Şandeya Tirk dê encamên vê hevdîtinê di civîna sêalî de parve bike. Wekî çawa Rûsya û Tirkiye bi hinceta parastina sivîlan dikarîbû hin komên çekdar li hin herêmên Sûriyeyê bide îqnakirin ku bi rêjîmê re li hev bike, te payîn ku ev yek dê li Idlibê jî sînordar be. Îhtîmal heye ku mijara sereke ya civîna sêalî îqnakirina komên çekdar e ku bi rêjîmê re li hev bike û li gel wan koman li dijî Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam û El-Qaîdeyê bisekinin.”

Ebû Erac diyar kir ku divê meseleya Idlibê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkê divê herêm ji komên çete were paqijkirin û paşê pêvajoya çareseriya siyasî were destpêkirin ji bo ku aramî li tevahiya Sûriyeyê pêk were.”

(bb/ew)

ANHA