Jinên Êzidî: Dem dema serhildana li hemberî dagirkeran e

Jinên Êzidî destnîşan kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê qirkirina gelê Êzidî ye û bang li rêxistinên mirovî kir ku erka girtine ser milê xwe, pêk bînin û sînorekî ji binpêkirin hêzên dagirker re deynin.

Jinên Êzidî: Dem dema serhildana li hemberî dagirkeran e
6 îlon, 2018   06:35

BASIL REŞÎD – ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Jinên Êzidî yên li kantona Şehbayê nerazîbûnên xwe nîşanî kiryarên nemirovî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van binpêkirinan dan û got dem dema serhildanê ye.

Eyşa Seydo ya ji herêma Cindirêsê, anî ziman ku bi dagirkirina Efrînê re derket holê ku armancê Tirkiyeyê talankirina xêr û bêra herêmê ye û temirandina dîroka gel, bi taybet gelê Êzidî ku rastî fermanan hat.

Eyşe Seydo, destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Tirkiye û çeteyên wê yên li Efrînê çarenûsa bi dehan welatiyên ku hatine revandin, ne diyar e, ji ber dagirkeran ew revandine da ku fidyeyê bixwazin. Eyşe di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tev bigerin.

Medya Çawîş binpêkirinên çete û leşkerên dewleta Tirk ên der heqê Êzidiyan de şermezar kirin û diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têkbirina destkeftiyên gel û projeya jiyana hevbeş e ku li herêmê hatiya pêkanîn. Medya Çawîş wiha got: "Dema dema serhildana li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ye."

Jina bi navê Fehîma Umer a ji gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ji aliyê xwe ve ev tişt anîn ziman: "Êzidî bi destê Osmaniyan rastî gelek ferman û komkujiyan hatin. Îro jî dewleta Tirk heman kiryaran pêk tîne û hewl dide dîroka Êzidiyan ji holê rake, ji ber vê yekê dest diavêje deverên dîrokî û pîrozgehan."

Fehîma Umer, bang li dewletên cîhanî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bê deng nemînin û dagirkeriya Tirkiyeyê ji Efrînê derxin.

(bb/ew)

ANHA