Li Kabîlê êrîşeke xwekujî, 4 kes mirin

Li paytexta Efganistanê Kabîlê êrîşeke xwekujî hate kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Li Kabîlê êrîşeke xwekujî, 4 kes mirin
5 îlon, 2018   15:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Efganîstan Kabîle li rojavayê bajê li herêma Şîîyan teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên pêşîn ku ji belavbûne di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Kabîl a ku bi salane bi teqînên mezin ve di rojevê de ye, di meha borî jî êrîşek pêk hatibû û 10 xwendekarên ku ew ê têketina azmûnê, jiyana xwe ji dest dabûn.