Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameyên 2 şehîdên xwe aşkera kirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di encama teqîna li ser rêya di navbera herêma Cizîr û Minbicê de 4`ê Îlonê çêbû şehîd bûn, aşkera kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameyên 2 şehîdên xwe aşkera kirin
5 îlon, 2018   12:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanên ku di encama teqîna li ser rêya di navbera Minbic û herêma Cizîrê de di 4`ê Îlonê de şehîd bûn, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li bajarê Minbicê û gundewarên wê aramî û pêşketinek heye û bi taybet piştî ku ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 2016`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, ji ber wê gelek hêzên terorîst hewl didin ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Abdulrehman Mehmûd Cafer (Ebû Mehmûd) û Abdullah El-Ehmed dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama teqîna mayinekê de bi erebeyan wan ve li ser rêya di navbera herêma Cizîrê û Minbicê de şehîd bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û tekez kir ku ew ê heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan li ser esasê pîvanên biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana hevbeş heta dawiyê têkoşînê bikin û li ber xwe bidin û soz dan ku ew ê heta dawiyê li hemberî her kesê ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin, bisekinin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

********

Nasnav: Abdulreham Mehmûd Dafer

Navê tevgerî: Ebû Mehmûd

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa 03.05.1973

Cih û dîroka tevlêbûnê: Eyn Îsa 2016

Rewşa malbatî: Zewiciye

Xwendin: Navîn

Cih û dîroka şehadetê: Minbic – Rêya Cizîrê 04.09.2018

********

Nasnav: Abdullah El-Ehmed

Navê dayikê: Xaziye

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic – El-Erîme 1996

Rewşa malbatî: Ezeb

Cih û dîroka şehadetê: Minbic –Rêya Cizîrê 04.09.2018

(bx)

ANHA