Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin

Bi nêzîkbûna sala nû ya xwendinê re Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi paqijkirina gemar û bermahiyên li ser rêyan û li dibistanan kir.

Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
Dibistanên gundên Dêrazorê tên paqijkirin
5 îlon, 2018   12:44

DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzerî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya hemleya Firatê dest bi paqijkirina bermahî û gemara bajêr kir. Paqijkirin li dibistan û rêyên sereke, şax û çerxerêyan tê kirin.

Karker hemû gemarên ku li ser rêyên dibistanan kom bûne, radikin û bi traktoran dibin cihên guncaw.

Paşê karker dibistan û kolanan paqij dikin û avê li cihên paqij direşînin.

Paqijkirin ji gundê El-Kibir û navçeya El-Kesra hate destpêkirin, wê hemle heta gundên Hemar El-Elî, Hemar El-Kesar, Sewa, Mihêmîdiyê û Cinêniyê were kirin.

Serokê Şaredariya El-Kibir Ferec Mûsa wiha got: "Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re, Şaredariya Gel a El-Kibir bi hevkariya hemleya Firatê kolan paqij kirin."

Berpirsyarê hemleya Firatê Ebdulrehman El-Mistefa axivî û wiha got: "Bi alîkariya hemleya Firatê me hemû dibistan amade kirin û paqij kirin."

Hemleya Firatê ya paqijiyê di 2’yê Tîrmehê de dest pê kiribû.

ANHA