Dadgeha Bilind a Îsraîlê piştgiriya hilweşandina Xan El-Ehmer dike

Îro Dadgeha Bilind a Îsraîlê bi biryarekê piştgiriya xwe ji bo hilweşandina gundê Xan El-Ehmer ê Filistînê pesend kir.

Dadgeha Bilind a Îsraîlê piştgiriya hilweşandina Xan El-Ehmer dike
5 îlon, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgerên Dadgeha Bilind a Îsraîlê daxwazên rawestandina hilweşandina gundê Xan El-Ehmer ê Filistînê red kirin û diyar kir ku biryara rawestandina hilweşandinê demkî bû. Gund ji xaniyên textî û tabloyên hesinî wekî piraniya gundên kevn ên Filistînê pêk tê.

Gelek aliyên navneteweyî zextên xwe li ser Îsraîlê dane meşandin da ku hilweşandinê rawestîne û Îsraîl jî dibêje ku bê destûr hatiye avakirin.

Çalakvanên parastina mafên welatiyan diyar kir ku welatiyên filistînî neçar in bê destûr xaniyên xwe ava bikin ji ber ku di bingehê de Îsraîl destûra avakirina xaniyan nade welatiyên Filistînê.