Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn

Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê îro sibeha helbestê bi navê "Ji nava lehiya El-Buhturî" organîze kir û tê de hejmareke helbestvanan beytên xwe gotin.

Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn
Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn
Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn
Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn
Rewşenbîrên Minbicê di ‘Sibeha Helbestê’ de li hev kom bûn
5 îlon, 2018   11:20

MINBIC

Di çarçoveya xebatên Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê de, îro Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê Sibeha Helbestê di bin navê "Ji nava lehiya El-Buhturî" organîze kir. Di çalakiyê de endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û bi dehan nivîskar û helbestvanên Minbicê beşdar bûn. Sibeha helbestê li navenda Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Di sibeha helbestê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê Ehmed El-Yûsif helbestek xwend û xêrhatina beşdaran kir. Piştre bang li helbestvanan hate kirin ku helbestên xwe bixwînin.

Piştî ku helbestvanan helbestên xwe xwendin, di dawiya sibeha helbestê de hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Ehmed El-Yûsif spasiya hemû beşdaran kir û got dê çalakiyên xwe ji bo vejandina çand û hunera herêmê berdewam bikin.

ANHA