Aliyên Yemenê dosyayên xwe ji bo hevdîtinên sibê amade dikin

Aliyên Yemenê di çarçoveya amadekariya şêwirmendiyên Cinêvê de ku sibe tên lidarxistin, dosyayên xwe amade dikin. Di nava van dosyayan de mijarên ewlehî, mirovî û siyasî hene. Li aliyê din xwepêşandanên li bajarên Yemenê gurtir dibin.

Aliyên Yemenê dosyayên xwe ji bo hevdîtinên sibê amade dikin
5 îlon, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Yemenê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin û xwepêşanderan rêya di navbera Eden û Hedremûtê de birî. Di xwepêşdanan de banga derketina hêzên Erebistana Siûdî û Îmaratê hate kirin. Sibe li Cinêvê sêyemîn civîn bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin. Aliyên Yemenê ji bo mijarên xwe pêşkêşî maseya Cinêvê bikin, dosyayên xwe amade dikin.

Malpera El-Erebî El-Cedîd ragihand ku li gorî çavkaniyeke nêzî şandeya hikumetê ya beşdarî danûstandinan dibe, aliyê hikumetê li ser daxwaza şandeyê navneteweyî Martin Griffiths ku sponseriya danûstandinan dike, ev çend hefte ye amadekariya vê civînê tê kirin.

Çavkaniyên hikumetê diyar kir ku danûstandinên wan dê di çarçoveya avakirina baweriyê de pêk werin û di serî de dosyaya dîlgirtiyan.

ANHA