NY têkildarî bûyerên li Besrayê bang li rayedarên Iraqê kir

Nûnerê Netewên Yekbûyî li Iraqê banga hêdîkirina rewşa li bajarê Besrayê ya başûrê Iraqê kir.

NY têkildarî bûyerên li Besrayê bang li rayedarên Iraqê kir
5 îlon, 2018   10:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Yan Kobîş bang li rayedarên Iraqê kir ku hêza leşkerî li dijî xwepêşanderan bi kar neynin û tedbîrên ewlehiyê ji bo parastina welatiyên Besrayê bigirin.

Bi hezaran welatiyên parêzgeha Besrayê şevê din li nîvê bajêr kom bûn û bi keviran êrîşî avahiya parêzgehê kir. Hêzên Asayîşê jî bi bombeyên gazê û bi guleyan bersiva xwepêşanderan da.

Serokê Meclisa Hikûmî ya Mafên Mirovan a Besrayê Muhdî El-Temîmî diyar kir ku di encama xwepêşandanan de 6 kes mirin û bêtirî 20 kesên din jî birîndar bûn û hêzên ewlehiyê tawanbar kirin ku rasterast gule li xwepêşanderan barandine.

Serokwezîr Heyder Ebadî jî beriya ragihandina mirina 6 xwepêşanderan biryar da ku guleyan tenê ber bi ezman ve biavêjin û rasterast li xwepêşanderan nedin.