Pirsgirêka robarê Silûlih

Şêniyên Girê Spî yên ku li rex çemê Silûlih niştecih bûne, ji ber qirêjîbûna çem azaran dikişînin.

Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
Pirsgirêka robarê Silûlih
4 îlon, 2018   07:30

MEED SELÛM-GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Çemê Silûlih, ji Tirkiyeyê diherike û dikeve Sûriyeyê û di bajarê Girê Spî re derbas dibe û li kaniya Eyn El-Hisan bi dawî dibe.

Di encama zuhabûna çem de, di dirêjahiya 15 salan de şaredariya girêdayî hikumeta Sûriyeyê pira ku ava çem di bin re diherikî, hilweşand. Piştî demekê hikumeta Tirk li herêmên nêzî sînorên bajarê Girê Spî gelek projeyên avdanê û toreyên kanalîzasyonê pêk anîn û hemû bermahiyên wan projeyan diavêjin robarê çemê berê. Ji ber wê niha robarê çemê bûye cihê qirêjiyê û bêhna nexweş. Ji ber wê Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî neçar ma careke din robarê çem veke.

Di dema zuhabûna çem de ji ber bêhna nexweş û belavbûna mêşan, şêniyên ku li rex çem bi cih bûne zehmetiyan dikişînin. Gelek nexweşiyên çerm û nefesê û bi taybet ên zarokan di nav şêniyan de belav bûne.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Beşîr Şêx Elî diyar dike ku ji ber bêhna çem a nexweş û belavbûna mêşan bêzar bûne û tekez kir ku xuyanga wê ne şaristanî ye. Her wiha Elî bang li şaredariyê kir ku vê pirsgirêkê çareser bike.

Welatiya bi navê Feyza Dawûd ku çem di ber mala wê re bi 4 metreyan derbas dibe, ji ber vê pirsgirêkê bi gilî û gazinc e û tekez kir di dema rabûna çem de, hemû av dikeve mala wê û dibe sedema keraseteke rastîn.

Girêdayî vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel ê bajarê Girê Spî Ebdulrezaq El-Ehmed destnîşan kir ku wan xwest vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ji ber lêçûna zêde ya projeya çareserkirinê 150 milyon lîreyên Sûriyeyê û ji ber ku di encamê de dê hinek malên welatiyan werin hilweşandin, wan proje rawestandine.

Her wiha tekez kir ku dema peydabûna derfetan dê vê pirsgirêkê çareser bikin.

(şx)

ANHA