Zaroka biçûk dilê xwe bi axa Efrînê şa dike

Ji ber ku biçûk e, nizane ka çi li welatê wê diqewime. Lê girêdana wê bi gundê wê ve hemû sînor derbas kirin. Keça biçûk a ji Efrînê dema ku ji gundê xwe derket bi xwe re postek ji axa gundê xwe bi xwe re  anî.

Zaroka biçûk dilê xwe bi axa Efrînê şa dike
4 îlon, 2018   07:56

CAFER CAFO – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Berxwedana welatiyên Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di cîhanê de deng da.

Diljîn Cembo temenê wê 12 salî ye û ji gundê Kaxire ya girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye, heta temenê 6 saliyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê maye û di destpêka aloziya Sûriyeyê de tevî malbata xwe berê xwe daye kantona Efrînê.

Zaroka bi navê Diljîn keça duyemîn di malbatê de ye, refa 4 di dibistana gund de dixwend, lê bombebarana artêşa Tirk a dagirker ku di dîroka 20'ê Çileyê li ser gundê wan, hişt ku ji xwendina xwe qut bibe û gelek astengî ji wê re çêbin.

Diljîn bi dengekî xemgîn dide diyarkirin ku çiqas tirs ji artêşa dagirker xwarine, Diljîn dibêje ku nedixwestin ji gund derkevin û heta kêliya dawîn di gund de mabûn.

Piştî ku her du malbatan erebeyek peyda kir û ji gund derkevin, ji ber ku rewş şer e, nizanin ka wê kengî vegerin, berê xwe didin goristana mirovên xwe û xatir ji wan dixwazin.

Di nav vî demenî ku bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser wan de tê û êşa koçberiyê, Diljîn postek ji axa gundê xwe rakir û ji diya xwe re got dibe ku em dereng vegerin gund, ji bo wê ez ê postekê ji axa gund bi xwe re bibim, dema ku ez bêriya gund bikim bêhn bikim."

Çavên Diljînê dibrîqîn dema ku behsa rojên ku li Efrînê jiyabû, Diljîn dibêje ku ew ji malekê diçûn yeke din û ew posta axa gund bi xwe re dibir û got: "Me rojên pir zehmet dîtin, min mirî li pêşiya çavên xwe dîtin. Dûrbûn bi zora min diçû, min ew posta axa gund derdixist û bêhn dikir, her ku ez ê razama min hêvî dikir ku zeman paşde vegeriya û ez li gundê xwe bûma."

Diljîn niha li Kampa Serdem a kantona Şehbayê dimîne û bi dayika xwe re karên malê dike û hêvî dike ku li Efrînê vegere û wiha dibêje "Dema ku ez vegerim gundê xwe, ez ê axa gund himbêz bikim û piştre ez tiştekî din naxwazim."

(jo)