Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin

Di encama qutbûna avê de, pirsgirêka taxa Qudûrbek a bajarê Qamişlo hîna çareser nebûye. Şêniyên taxê hê jî ava xwe ji sarincan tînin.

Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
Pirsgirêka avê li taxa Qudûrbek hê nehatiye çareserkirin
4 îlon, 2018   07:28

EHMED SEMÎR-COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Şêniyên Qudûrbek ji beriya 4 salan ve ji ber pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê zehmetiyan dikşînin. Ji ber erdîngariya taxê ya bilind, av nagiheje taxê.

Beriya vê ajansa me di 2'yê Tebaxê de raporek berfireh li ser vê pirsgirêkê weşandibû. Karîgeriya avê soz dabû ku di hefteyekê de dê pirsgirêkê çareser bikin û ev tişt heta niha pêk nehatiye.

Ji ber xirabûna pompên avê, av nagihîje taxê

Li nêzî taxa Qudûrbek du bîrên avê hene. Yek avê dide taxa El-Zeytona û ya din jî karîgerî soz dabû ku ava bîrê bigihîne taxa Qudûrbek. Lê, ji ber ku pompên bîrê xirabe ye, ev proje negihîşt serî.

Şaredarî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl dide toreyên ava vexwarinê yên her du navçeyên rojhilat û rojava ji hev cuda bike. Eger ev proje pêk hat, dê av di du mehan de bigihîje taxa Qudûrbek.

Karîgeriya Avê ji bo peydakirina pêwîstiyên şêniyên taxê ji avê, sahrîcên gerok eyar kirine, lê sahrîc rojana naçin taxê.

Welatiya bi navê Fedye Muhemed Seîd xuya kir ku pirsgirêka avê roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Sahrîc rojane nayên taxê hin caran bê pere neû hin caran em avê dikirin, lê dîsa jî têra pêwîstiyên me nake."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Şikriye Îsa diyar kir ku ew neçar dimînin bi rêya firaqan avê ji bîran bînin. Her wiha Şikriye ji ber ne çareserkirina pirsgirêka avê, Karîgeriya Avê ya Qamişlo rexne kir û bang li şaredariyê kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê bi lez bikin.

Girêdayî vê mijarê hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mihemed Hisên diyar kir ku ew bi hemû şêwazan hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha destnîşan kir ku ew ji vê plansaziyek danîne û dê di du mehên pêşiya me de pirsgirêkê çareser bikin.

Her wiha Hisên diyar kir ku wan ji çareserkirina pirsgirêkê bi awayekî demkî, sahrîcên avê eyar kirine.

(şx)

ANHA