Êş û azarên koçberan bi dawî nabin

Azarên koçberên Sûriyeyê hê jî berdewam in û rêxistinên navneteweyî yên mirovî jî ku di Sûriyeyê de dixebitin, paşguhkirina wan didomînin.

Êş û azarên koçberan bi dawî nabin
Êş û azarên koçberan bi dawî nabin
Êş û azarên koçberan bi dawî nabin
Êş û azarên koçberan bi dawî nabin
Êş û azarên koçberan bi dawî nabin
4 îlon, 2018   07:19

MIHEMED HEYAWÎ / TEBQA

Yek ji malbatên koçber malbata Mûeyed El-Cemîl e. Dapîra malbatê ya bi navê Tahiya El-Salih serpêhatiya malbatê vedibêje, nemaze ji ber ku endamên din ên malbatê bi nexweşiya kerbûnê ketine.

Tahiya El-Salih ji gundê El-Baxoz a li nêzî devera sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ye, li rex 11 endamên malbata xwe koçber bûye. Tahiya got ku koçberiya wan beriya 8 mehan dest pê kiriye û diyar kir ku wan hemû milk û malên xwe li pey xwe hiştine û di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de neçarî koçberiyê bûne.

Tahiya El-Salih got ku ew ji gundekî koçberî gundekî din bûne û di dawiyê de gihaştine bajarê Tebqayê bêyî ku rêbazekî wan a jiyanê were peydakirin û wiha anî ziman: "Tenê kurê min Mueyêd El-Cemîl ku wekî du xwîşkên xwe ker e, debara malbatê dike". Tahiya got ku neviyê wê Xalid Mueyêd El-Cemîl ji dema jidayik bûye ve bi nexweşiyeke dijwar ketiye û pêdiviya wî bi dermankirineke taybet heye. Lê ji ber rewşa xizantî ya malbatê rewş dijwartir bûye.

Tahiya da zanîn ku wan li deriyê hemû rêxistinan daye lê heta niha tu bersiv ji van rêxistinan ji bo alîkariya malbatê nehatiye.

ANHA