Xwendekarên Efrînê dê perwerdeya xwe li Zanîngeha Rojava temam bikin

Rayedarên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk diyar kir ku ji ber kêmderfetan xwendekarên Efrînê dê li Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo perwerdeya xwe bidomînin.

Xwendekarên Efrînê dê perwerdeya xwe li Zanîngeha Rojava temam bikin
4 îlon, 2018   06:21

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Di hevpeyvîneke bi ajansa me re endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Nesrîn Cuma destnîşan kir ku xwendekarên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê ji xwendina xwe qut bûn û wiha got: "Piştî ku şênî li Şehbayê bi cih bûn, KPC-D bi derfetên xwe yên kêm, hewl da xwendekar perwerdeya xwe bidomînin."

Di berdewama axaftina xwe de Nesrîn diyar kir ku piştî demekê ji perwerdekirina her sê xwendinên seretayî, navîn û amadehî, xwendekaran ezmûn kirin û karnameyên xwe wergirtin.

Her wiha Nesrîn destnîşan kir ku ji ber kêmderfetên KPC-D nikare peymangeh an zanîngehan li Şehbayê veke, ji ber wê û bi hevkariya Zanîngeha Qamişlo xwendekarên ku ezmûna amadehî derbas kirine dê li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo xwendina xwe bidomînin.

Di dawiyê de Nesrîn Cuma tekez kir ku Zanîngeha Rojava dê xwendekarên Efrînê pêşwazî bike û wiha domand: "Ji aliyê xwe ve em ê xwendekarên ku bi ser ketine bişînin Qamişloyê."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zanîngeha Rojava beriya vê ragihandibû ku ew amade ye xwendekarên Efrînê pêşwazî bike.

(şx)

ANHA